21 februari 2015

Ka mêrên wek Osman Sebrî !

Oman Sebrî: Li dunyayê çiqas lawir hene hemû jî nêçîrê ji xwe re dikin, tenê tajî ji xelkê re dike…”
Dilawerê Zengî, qala bîranîneke xwe û gotineke apê Osman Sebrî ya dîrokî dike.
Dilawer dibêje, carekê ew û seydayê Tîrêj û kurdekî ku helbestên xwe bi erebî dinivisîne, dibin mîvanê apê Osman Sebrî.

Yê helbestvan çend helbestên xwe yên bi erebî ji apê Osman Sebrî ra dixwîne. Û dû ra jî jê dipirse, dibêje, ” Apo, ma tu helbestên min çawa dibînî?
Apo hinekî bêdeng dimîne, çixara xwe vêdixe, çend hilman jê dikşîne û dû ra jê ra dibêje:
”Li dunyayê çiqas lawir hene hemû jî nêçîrê ji xwe re dikin, tenê tajî ji xelkê re dike…”

Bersîva apê Osman Sebrî dîrokî ye û dibê di dîroka miletê kurd da bi herfên zêrîn were nivîsîn.
Bersîveke tam bi apê Osman Sebrî dive. Bersîva kurdekî mezin, bîrewerekê dûrbîn û bêperw ye.

Heger her rîsipî, bîrewer û ronakbîrê kurd wek Apê Osman Sebrî wiha kurdperwer, dûrbîn û bêtirs bûya û biwêrîbûya ji ”tajiyan” ra bigota ”tajî”, nuha halê zimanê kurdî ne ev hal bû.

Ji ber ku ronakbîr, serok û siyasetmedarên kurd yên bêçap û bêferaset qedir û qîmet dan ”tajiyan” û halan di nêçîra wan hildan, loma jî bûn sebebê ku zimanê kurdî têkeve komayê.

Heger siyasetmedar û ronakbîrên kurd qedir û qîmet bidana zimanê kurdî, bi kurdî bi însanên xwe ra bipeyiviyana, berhemên xwe ne bi erebî û tirkî, bi kurdî binivîsyana edebiyat û zimanê kurdî nuha gelkî bi pêş ketibû.

Lê nekirin, wacibên xwe neanîn cî. Ji dêlî bibin şair û edîbên kurd, bûn edîb û şairên tirk û ereb, ji wan zimanan ra xizmet kirin. Loma jî apê Osman Sebrî ji qahra ew gotina tahl ji wî kurdê xwenezan ra kiriye, gotiye belkî bi xwe bihese, belkî piştî vî şîrmaqê hişê wî were serî.
Spas apê Osman, gorra te behişt be, her kurdê bîrewer û xwezan ji te hez dike. Ciyê te di dilê hemû kurdên welatparêz da pir taybet e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE