11 februari 2015

Ker û kurtanfiroş


Dibêjin kurtanfiroşê(palankerê,palikçiyê)gund mir, hemû kerên gund li meydana gund civiyan û dest bi şahiyê kirin, ziriyan, dan lotikan û mirina kurtanfiroş pîroz kirin.
Kerekî pîr, jihêzdaketî bi keran ra kêf nedikir, li ber dîwarê hewqekê xwe dirêj kiribû û kûr û dûr difikirî…
Ker çûn ba wî, jê ra gotin:
-Ma qey te nebihîstiye, kurtanfiroşê me miriye?
Kerê pîr got:
-Min bihîstiye. Bimre ewê çi bibe ku?
Gotin:
-Malneket, çawa ewê çi bibe? Piştî ku hoste mir, emê ji kurtên û pişta me jî ewê ji birînan xelas bibe. Emê azad bibin...
Kerê pîr got:
-Emê çawa azad bibin?
Keran got:
-Dema hosteyê kurtanan çêke tunebe, emê ji kurtanan xelas bibin. Emê bê kurtan di nava çayir û çîmenan da bidin lotikan û ji xwe ra kêf bikin.
Kerê pîr keniya û got:
-Kêmaqilno, mirina kurtanfiroş ne tu çare ye, dibê em ne ji kurtanfiroş, ji kerîtiyê xelas bibin. Ev kurtanfiroş mir, sibe ewê yekî din were. Û yê were jî ewê ji yê çûyî ne çêtir be. Heta em ker bin yên kurtanan ji me ra çêkin ewê tim werin dîtin...
Do li tirkiyê gava "kurtanfiroşên" berê basko bûn û ji desthilat da ketin, ketin zîndanan kêfa her kesî hat, herkesî kir dawet, gotin  baş bû ku em van zaliman xelas bûn. Wek kefraran ketibûn ser dilê milet, bîn li milet çikandibûn.
Lê "kurtanfiroşên" nuh ji yên berê xerabtir û zalimtir xuya dikin, miletê çawa ji van ”kurtanfiroşên” nuh xelas bibin ne diyar e…

XXX
Şerê çeteyan Tirkiyê roj bi roj berbî darbeyeke leşkerî ve dibe. Bi kêkmanî îhtîmala midaxeleyeke leşkerî her ku diçe zêde dibe. Axirê zû dereng Erdogan ewê bibe sebebê teşxele û tevlihevieyeke mezin...
Ji ber ku Tirkiye ji dewleteke demokratîk û şefaf zêdetir êdî dişibe rêxistineke mafîa û çeteyan. Beyanên berpisiyarên hukûmetê, îdîa û speklasyonên li ser hukûmetê û şiklê birêvebirina dewletê, MITê û polîsan nîşan dide ku li Tirkiyê qanûn manûn nemaye, dewlet wek organîzyasoneke mafîa tê îdarekirin. Û kesên dewletê îdare dikin jî ji siyasetmedaran bêtir dişibin grûbên mafîayê. Ji ber ku gava qanûn tunebe û yên hebin jî kes guh nedê dimîne metodên mafîwarî. Û dawiya berberî û şerekî wiha jî kaos e.
Di nava dewletê da çend grûbên çeteyan hene û di nabêna wan da şerekî bêaman didome.
Li weletekî wiha bêîstîkrar ewlehiya jiyanê ne mimkûn e, herkes ji xwe û ji jiyana xwe bi tirs e. Netîceya vê rewşê darbeyeke leşkerî û tevliheviyên mezin in, şrekî hundur jî pir ne dûrî îhtîmalan e.

XXX


Bernard Shaw gotiye, ”însan ne bi nîsbeta(pîvana, qiyasa) tecrûbeyên xwe, bi nîsbeta dersên ji tecrûbeyên xwe girtine kamil in.
Lema hin însan heta taliya emrê xwe jî kamil nabin, tim zarok dimînin. Ji ber ku yê meriv kamil dike ne sal û tecrûbe ne, dersên me ji wan girtine. Bi hin kesan ra qabîliyeta dersgirtinê tuneye.
Welhasil însan mexlûqekî ecêb e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE