20 februari 2015

Nêçîrvan Barzanî li hember zorbatiya Erdogan dîsa hustuyê xwe xwar kir


Serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî îro li Tiriyê bi Erdogan ra dîsa bê ala kurd, li ber bi du alên tirk rûnişt. Wek kurdekî qebûlkirina vê zorbatiya Erdogan û Tirkiyê bi min pir zor tê.
Min berê jî çend caran li ser vê zorbatiya tirkan nivîsîye. Bi dîtina min gava tirk ala kurd qebûl nekin, dibê kurd jî bi ala tirk tenê bi wan ra rûnenin.
Madem Erdogan ala kurd qebûl nake, wê demê bira herdu ...
alî jî bê al rûnin, yanî ala tirk jî tunebe. Bira di mekanekî bêal da rûnin û risman bikşînin.
Di hevdîtinan da qebûlkirina ala tirk tenê heqaretek mezin e li miletê kurd. Êdî bes ! Dibê dawiya vê meselê, vê qaretê were…
Erdogan û Davutoglu dijminên miletê kurd in û tu gazinan ji wan nakim. Lê dibê Nêçîrvan vê cebra, vê zorbatiya Erdogan û AKPê qebûl neke. Ev çend sal in êdî bes e!
Dibê kurd hew hustuyê xwe li ber vê çavbirîn û çavsoriya tirkan xwar bikin. Ev, teslîmiyet e û eyb e.
Ez hemû sebeb û hincetên hinekên ji min ra li dû hev rêz bikin dizanim. Ez dizanim rewş krîtîk e, kurd bêtir muhtacî Tirkiyê ne, filan û bîvan. Ez bi van sebeb û mazaretan hemûyan diznim.
Bi baweriya min qet tu sebeb û pêdivî vê teslîmiyeta Nêçîrvan û siyasetmedarên başûr mazûr û bi heq nîşan nade.
Statuyeke kurdan ya qanûnî heye. Îraqê ala kurd qebûl kiriye. Ala ku Îraqê qebûl kiriye tu mafê tirkan tuneye qebûl nekin. Gava qebûl nekirin dibê kurd jî zorbatiya wan qebûl nekin.
Tiştê dikin çavbirîn û zorbatî ye. Elimîne devê kurdên başûr…
Dizanin kurd ewê li ber wan hustuyê xwe xwar bikin loma di şêla xwe da israr dikin.
Gava meriv îtîraz neke, xelkê pê li meriv ke, çavê meriv derxe, li meriv siwar be.
Bi qebûlnekirina ala kurd, hukûmeta AKPê statuya kurdan jî qebûl nake, serokwezîrtiya Nîçîrvan Barzanî jî qebûl nake. Heger qebûl bikira ewê ala Kurdistanê jî qebûl bikira.
Loma jî Erdogan û Davutoglu, Nêçîrvan Barzanî ne wek serokwezîrê Kurdistana Federe, wek şexsekî pêşwazî û qebûl dikin. Heger Nêçîrvan Barzanî wek serokwezîr qebûl bikirana, ewê ala wî, ala kurd jî qebûl bikirana.
Dibê Nêçîrvan Barzanî bi xwe înkara Kurdistana Federe û meqamê xwe qebûl neke.
Netîce, ez vê hustuxwarkirina Nêçîrvan Barzanî li hemberî zorbatiya Erdogan û Davutoglu rast nabînim û protesto dikim.
Û bang li meclîsa Kurdistanê dikim, dibê di vî warî da biryarekê bigre û ji nuha û pêda vê zulm û zorbatiya tirkan qebûl neke. Dibê nûnerên miletê kurd û Kurdistana Federe bêyî sembolên xwe yên netewî bi Tirkiyê û dewleteke din ra rûnenin. Dibê meclîsa Kurdistanê di vî warî da biryarekê bigire..

XXX

Di nivîsa xwe ya do da min serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî, ji ber ku bê ala kurd bi Erdogan ra rûnişt rexne kir.
Bi dîtina min dibê berpirsiyarên hukûmeta Kurdistana Federe di hevdîtên xwe yên bi mesûlên Tirkiyê ra ala tirk tenê qebûl nekin. Ala Kurdistanê jî dibê muheqeq hebe.
Meclîsa Kurdistanê û hemû kurd dibê vê tawîza, vê teslîmiyeta siyasetmedarên kurd rexne bikin. Yanî dibê meriv wek kurd êdî li hemberî vê heqareta tirkan bêdeng nemîne. Ev aliyekî me...selê ye.
Aliyekî din jî hemû kurdan û bi taybetî jî kurdên di nava AKPê û hukûmetê da alaqedar dike. Çima parlamenter û wezîrên AKPê yên ji xwe ra dibêjin em kurd in, li hemberî vê heqaret û zorbatiya Erdogan û Davutoglu dengên xwe nakin?
Çima ji Erdogan û Davutoglu ra nabêjin, ala ku Îraqê qebûl kiriye, çima hûn qebûl nakin? Tiştê we nerehet dike, bi we zor tê çi ye?
Tirkiye bêyî ala kurdan, ala her miletî, her dewletê qebûl dike, li dinyayê tenê ala kurd û Kurdistanê qebûl nake.
Heger piçek kurdayetî, xurûr û xîret bi parlamanter, wezîr û kurdên AKPê ra hebe, dibê vê zulm û heqareta Erdogan û partiya wî qebûl nekin û li dij derkevin.
Li alî din kurdên derî AKPê, ronakbîr û kesên welatparêz jî dibê li hemberî vê heqareta tirkan û hustuxwariya siyasetmedarên kurd bêdeng nemînin, vê meselê di her platformê da aktuel û rexne bikin. Bêdengî piştgiriya heqareta tirkan û xweşdîtina rebeniya siyasetmedarên başûr e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE