05 februari 2015

Zimanê me sîgorta hebûna me ye

Zimanê dayikê ji bo nasnameya zarok û xwenaskirinê gelkî muhîm e.
Zimanê dayikê bingeha qabîlieyta zarok ya fêrbûnê ye. Zarokên bi zimanê dayika xwe perwerde dibin zimanên din û mijaran hêsantir fêm dikin û fêr dibin.
Di ser da ji bo me kurdan kurdî nasnameyeke netewî ye, sîgortayeke hebûna me ye, nîşana ferqa me û neyar e.

XXX
Ziman, unsûrekî miletbûnê yê esasî ye, xerc û çîmentoyê yekîtiya miletekî ye. Gava zimanê netewî yê miletekî wenda bibe, bi muzîk û edebiyata netewî ra, hestê netewî jî wenda dibe.
Ji ber vê yekê ye tirk dixwazin rojekê berî rojekê me asîmîle bikin. Ji ber ku ew dizanin gava kurd asîmîle bibin wek milet ewê ji ber hev da bikevin, nîfaq û dubendî ewê têkeve nabêna wan. Ji xwe wa ye ji nuha da meriv tesîra vê asîmîlasyonê dibîne. Kurdên asîmîlebûyî bêtir xwe nêzî tirkan dikin.



XXX
Fikir ji zimên, ziman ji fikir dixuliqe. Herdu hevûdu temam dikin. Bi gotineke din ziman li gorî xwe fikrekê dixuliqîne.
Jixwe sebebê ku gelek kurd û siyasetmedar wek tirkan difikirin û wek tirkan dipeyivin yek jî ev sebeb e. Ji ber ku zimanê wan bi tirkî ye fikirên wan jî ne kurd û Kurdistanî ye. Erê ew kurd in lê felsefe, îdeolojî û siyaseta wan ya tirka ye. Bi gelek hîle û xurdeyên babet babetî kurdan dixapînin, ji bo ku rê li ber perçebûna Tirkiyê bigrin, ji bo ku kurd azad nebin û nebin xwedî welat

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE