07 mars 2015

Dewleta tirk bêçare ye


Dewleta tirk û Hukûmeta AKPê bi tecrûbeyîn 30 salî dîtin ku bi şer nikanin bi PKKê û bi kurdan. Israra di şer da kurdan roj bi roj ji dewletê dûr dixe û di nava kurdan da hest û daxwazên serxwebûnê xurt dike. Loma jî ev du sê sal in taktîk guhertin û bi Ocalan û PKKê ra dest bi hevdîtinan kirn.
Bi van hevdîtinên bi Ocalan û bi PKKê ra armanca hukûmetê bi rastî ne çareserkirina mesela kurd bû. Tiştê bi şer, bi çekan bi dest nexistibûn, xwestin îcar bi siyasetê bi dest xin. Bi riya siyasetê belkî kanibin PKKê û kurdan bixapînin, qels bikin û bi vê riyê bigihîjin armanca xwe.
Bi dîtina min çawa ku di şer da, di rê û taktîkên din da bi ser neketin, dawiya dawî tim li zirarê derketin, di van hevdîtinan da jî, di vê taktîka Erdogan ya dawî da jî ewê bi ser nekevin û kurd ewê dîsa li karê derkevin.
Dewleta tirk çi bike jî, çi dek û dolaban bigerîne jî, kurdan çiqasî bixapîne jî ewê negihîje armanca xwe; bi derengî be jî, bi hin zirar be jî, di netîceyê da kurd li hemberî dewletê ewê dîsa qezenc bikin.
Hema di van 30 salên dawî da zahmetî û astengên vê dewletê danîn ber kurdan, gelşên ji kurdan ra peyda kirin yeko yek bînin bîra xwe. Bi sedan xetên sor danîn, lê kurdan hemû jî kirin kesk.
Baraja ji sedî deh danîn ji bo ku kurd nekevin meclîsê, lê kurdan riyên din, riyên ku wan qet bîr nedibirin dîtin û benda wan tarûmar kirin. 
Nuha jî bi taktîka HDPê, ”partiya tirk” û tirkiyebûnê dixwazin demeke din serî li kurdan bigerînin. 
Wek hemû plan û taktîkên wan yên din, ev plana wan jî di dawiyê da ewê li zirara wan be. Bi hebûna ”partiya Tirkiyê” gelek kurdên wendabûyî û mirî jî wa ye bi kurdbûna xwe dihesin û tên nava HDPê. 
Di projeya HDPê da wan hesabekî wiha nedikir, wan digot ewê bi çend çepên tirk ra marjînal bibin û hêdî hêdî bihelin. Lê siyasetê hin surprîzên nuh bi xwe ra anîn û wa ye mesele hinekî reng diguhere. Hin kurdên ku heta nuha qet xwe nêzî PKKê û partiyên nêzî wê nedikirn wa ye xwe nêz dikin. Piştî vê gavê, bi demê ra ev kurdên ”wendabûyî” bêtir ewê ji partiyên tirk dûr bikevin û bêtir xwe nêzî kurdan û tevgera kurd bikin. Ev jî li kara kurda ye û ez dibêjim di hesabê Erdogan da tunebû.
Yanî HDP benda ji sedî dehan derbas neke û nekeve meclîsê jî û derbs bike jî dewlet ewê li zirarê derkeve, kurd ewê li karê bin. 
Bi kurtî, Erdogan bêçare ye, dewleta tirk bêçare ye, ew çi bikin jî, kê bixapînin jî, li pêş kurdan çi kemînê deynin jî dawiya dawî kurd ewê li karê derkevin. Kurd ewê bigihîjin azadiya xwe, ewê zincîrên vê zulmê biqetînin.
Tecrûbeyên 90 salên dawî, serpêhatiyên kurdan û dîroka nêz nîşan didin ku bi derengî be jî, hêdî be jî kurd gav bi gav nêzî azadiya xwe dibin. 
Baweriya min bi vê serketina miletê kurd sedîsed e. Lê ewê bi êş û jan be û hinekî jî dereng bikeve. 
Lê ev jî ji ber giringîya coxrafya me û Kurdistanê, ji zêdebûna dijminên me û mezibûna doza miletê kurd tê. Em dixwazin sînorên çar dewletan biguherînin, ne yên çar gundan. Û di orta çar dewletan da Kurdistaneke demokratîk, plûral û berê wê bi xerbê da ava bikin. Helbet ev yek ewê ne hêsa be û ewê wextê bigre…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE