02 mars 2015

Rih dibe bihost neyar nabe dost!


Rektorê Zanîngeha Îslamî yê Rotterdamê û serokê Weqfa Lêkolînên Osmanî AhmetAkgunduz, li ser wefata Yaşar Kemal di twittereke xwe da gotiye:
”Yaşar Kemal mir. Di nava teferûatên jiyana wî da min tu şopeke(emareyeke)ku kanibim jê ra bibêjim rahma Xwedê lê be nedît.”
Ahmet Akgunduz, di şexsê Yaşar Kemal da vê heqaretê li hemû kurdan dike. Kurdek ji tirkan ra çi xizmetê bike jî Ahmet Akgunduz û gelek tirkên din dîsa jî wî wek neyar dibîne.Lê herkes wek Akgunduz vê neyartiya xwe nade der. Ferq ev e.
Loma jî bi baweriya min ne ev Ahmet Akgunduzê faşîst û nemirov tenê, piraniya Tirkên siyasî û şiyar ji bo Yaşar Kemal wiha difikirin.
Yên pesnê Yaşar Kemal didin, bi başî qala wî dikin qismek jê kurd in û qismê din jî, yên wek Zulfî Lîvanelî oportunîstiyê û durûtiyê dikin, naxwazin nivîskarekî wiha mezin ji tirkîtiyê dûr xin, bikin kurd.
Yê min bi xwe Ahmet Akgunduz viya eşekere nebêje jî ez dizanim ku piraniyekemezin ya tirkan rahmê li tu mirieyekî kurd naynin. Ew ewliya be jî, hemû jiyana xwe weqfî wan kiribe jî pere nake; kurdan neyarên xwe dibînin…

XXX


Hin kurd dibêjin ji ber ku filan partiyê, filan serokî baş alîkariya wan nekiriye, ji ber ku neheqî li wan kirine ji kurdayetiyê dixeyidin, heta hinek tew jê derdikevin.
Ev jî adeteke nuh ya vê serdemê ye. Berê xeydeke wiha tunebû. Tiştê ez dizanim ji ber ku hin kurd, ya jî partiyeka kurd li meriv neheqî kiriye meriv ji kurdayetiyê naxeyide. Dibê meriv ji wan kesan, ji wê partiyê bixeyide, gazinan bike, rexne bike.
Heger her kurdî wiha bikara nuha kes kurd nemabû. Ji ber ku kurdên, partiyên neyartiya hev nekirine, hevdu nekuştine, neheqî li hev nekirine tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE