23 april 2015

117 salîya Rojnamegerîya kurdî li miletê kurd pîroz be !


Îro roja rojnamegeriya kurdî ye. 117 sal berê di 22ê nîsana 1898a da rojnameya kurdî ya pêşî "Kurdistan" li paytexta Misrê Qahîreyê ji alîyê mîr Miqdat Mîdhet Bedirxan ve hat weşandin.
Di warê şiyarbûn û xurtkirina hestên netewî û yekîtî û pêşketina zimanê kurdî da rojnameya Kurdistan ji bo miletê kurd bû gaveke dîrokî û şoreşek rojnamegeriyê.
Bi derketina rojnameya Kurdistanê miletê kurd li gorî gelek miletên din biderengî be jî cara pêşî bû xwedî rojnameyeke kurdî.
Kurdistan li derve derketibe jî, lê di nava miletê kud da tavilê olan da û reh berda û bû destpêka geşbûna rojnamegeriya kurdî.
Ji wê rojê û heta nuha li der û li hundur bi hezaran rojname û kovarên kurdî derketin û kitêbxaneya kurdî dewlemend kirin.
Kurd jî wek miletên din bûn xwedî rojname, kovar û edebiyateke nivîskî. Bi saya van kovar û rojnameyan bi hezaran bûyer, belge û berhemên kulturî, folklorîk û edebî, dîrokî ji mirin û wendabûnê xelas bûn û ji dîroka miletê kurd ra bûn belge.
Rojnamegeriya kurdî ji bo miletê kurd bû xezîneyeke bêhempa. Di vê xezîneyê da ji xebat û têkoşîna miletê kurd bigre, heta bi berhemên edebî û şer û trajediyên hatine serê kurdan, hertişt heye.
Ji sala 1973a û virda ye hersal 22ê nîsanê wek roja rojnamegeriya kurdî tê pîrozkirin.
Ez di serî da Miqdat Mîdhet Bedirxan û hemû kesên di vî warî da xwedî ked in bi hurmet bibîr tînim.
Hezar carî spas ji mîrê gorrbehişt Miqdat Mîdhet Bedirxan ra ji bo ku miletê xwe 117 sal berê kir xwedî rojname û bi vê xwebata xwe ya dîrokî bû pêşengê rojnamegeriya kurdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE