02 april 2015

Bavê bi kuştina lawê xwe "memnûn" e !



Muhammet Hakki Kîraz, bavê dozger(sawcî)Mehmet Selîm Kîrazê do li Edliya Stenbolê hate kuştin, li ser kuştina lawê xwe gotiye ”dilê wî jî dişewite lê ew dîsa jî memnûn e, şikir dike !”
Bavê dozgerê do hat kuştin Muhammed Hakki Kîraz, di cenazeyê lawê xwe Mehmet Selîm Kîraz da ji mensûbên çapemeniyê ra gotiye:
”Weleh ez sakîn bûm. Min got ji Xwedê hat. Min got, teqdîra îlahî ye, di qedera me da ev heye. Lawê min ev heq nekiribû, lê belê heger di qederê da ev hebe hustuyê me ji mû ziravtir e. Em kesên bawermend in. Hemd be ji Xwedê ra di riyeke ne meşrû da neç û. Bi namûsa xwe, bi serbilindî, bi şerefa xwe, bi heysiyeta xwe, li ser wezîfeya xwe bi teqdîrî îlahî çû. Ez memnûn im, şikir dikim. Dilê min dişewite lê belê şikir dikim.”
Lawê wî hatiye kuştin, “ew memnûn e, şikir dike !”
Ecêb û sosireta giran!
Ez dibêjim li dinyayê ev cara pêşî ye bavek bi kuştina lawê xwe “memnûn” dimîne û “şikir” dike !
Û vê kêmaqiliya xwe jî bi Xwedê û bi qederê ve girê dide. Însan ancax dikane hewqasî ji aqil û hestên însaniyetê dûr be.
Bi texmîna min ev ya kurd e ya jî ereb e. Min di derekê da xwend, digot ji Sêrtê ye. Ê heger ji Sêrtê be ya kurd e ya jî ereb e. Ç imkî tewtewe û xêvên wiha di nava kurdan da pir in.
Lawê wî bi rengekî tarî hatiye kuştin, ji dêlî ku li ser midaxela dewletê tiştekî biaqil bibêje, rexne bike, dibêje “ez memnûn im”! Qey dema aqil par bû camêr negihîşt ser…
Lê bûyer bi xwe jî tarî ye û bi îhtîmaleke mezin dîsa tiliya dewleta kûr tê heye. Ji xwe ra du xortên feqîr dîtin û ji plana xwe ra kirin qurban. Û ji wan jî yek kurd e. Lê dibe ku yê din jî kurd be. Heger ne kurd be elewî ye. Ev herdu grûp bi riya rêxistinên wek DHKPC (ji xwe ew jî rêxistineke tarî ye)wek cokêr tim di destê dewletê da ne, dewlet kînga hewce be bi van rêxistinên ç ep yekê plana xwe bicî dike…

XXX


Derbarê bûyera rehîne ya Edliyeya Çaxlayana Stenbolê Serokkomar Erdogan gotiye, ”operasyoneke serkeftî ye.”
Malneket, kes nefilitî, herkes hat kuştin. Ku dera vê operasyoneke serkeftî ye?
Lê qey di ”tirk îş” operasyonan da kes xelas nabe, herkes tê kuştin….
Her ku diçe madê min ji Tirkiyê digere…

1 kommentar:

  1. Malbata sawci ji Sirte ye le li Mersine dijin. Dibe ku kurd be.

    SvaraRadera

PARVE BIKE