03 april 2015

Dawiya zaliman husran e


Zalim ew kes e ku ji edaletê dûr dikeve, qanûnan, heq û huqûq nas nake. Xwe hakim û xwediyê hertiştî dibîne. Weletekî wek milkê xwe dibîne. Xwe ji herkesî zanatir û biaqiltir dibîne.
Zalim tim hebûne û tim jî zulm li însanan, li miletan kirine. Lê dawiya hemû zaliman jî husran bûye, pir xerab qediyaye.
Çimkî tu zulm, tu neheqî ne ebedî ye, rojek tê text û taca zalim serobin dibe û yê zalim jî cezayê xwe dikşîne.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan zalimekî pir mezin e, zalimekî ji texmînan jî mezintir e. Ji Seddam, Qeddafî, Ataturk, Stalîn û Hîtler ne kêmtir e. Lê îro ev zalimiya wî baş nayê dîtin. Bes dîrok sibe ewê vê rastiyê teslîm bike.
Wek ya hemû zaliman, zulm û dîktatoriya Erdogan jî ne ebedî ye, rojekê ewê dawî lê were. Û ew roj jî zêde ne dûr e, nêzik e.
Di van demên dawî da bi kirin û beyanên xwe, bi zulm û terora xwe, bi derewên xwe, ew bi xwe gorra xwe dikole.
Çimkî ditirse, hûn guh nedin birre birra wî, hundurê tije tirs e. Ji ber vê tirsa hundurê xwe zulma xwe zêde dike.
Lê nafîleye, dawiya wî jî wek ya hemû zaliman ewê xerab biqede.
Hemû zalim megaloman û mîtoman in, yanî xwe gelkî mezin dibînin û bênabên derewan dikin. Lê ev yek jî wan îfşa dike, ji çavê milet da dixîne û taliya wan nêztir dike.
Erdogan di van 4-5 salên dawî da Tirkiye kiriye zindan, kiriye dojeh, îansan kirine neyarên hev. Civat dikele, di dilê milet da kîn û hêrseke pir mezin peyda bûye. Civat li ber teqandinê ye, ewê biteqe. Lê gava biteqe ewê pir xerab bibe û Erdogan û zilamên wî ewê di bin da bipelixin.



XXX
-Tu çiqasî hindik bilind bifirî, gava tu bikevî tu yê hewqasî hindik biêşî. Dev ji kibrê berde, nefs biçûk be ! 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE