21 april 2015

Dibê ajan û neyar nikanibin bibin berpirsiyayên dezgehên me


 Tirkekî bi navê Merdan Yanardag, li Îzmîrê di civînekê da ji Seyid Riza ra gotiye, ”Haydûdekî/eşqiyayek bû,  davêt ser gundan û xelk dişêland…”
A ev Merdan Yanardagê ku ji Seyid Riza ra dibêje ”rêbir û eşqiya” demakê mudûrê giştî yê rojnameya Özgür Gündemê bûye.
Merivekî ji Seyid Riza ra bibêje ” Haydût/eşqiya”, çawa dibe birêvebirê rojnameyeke kurdan?
Kesên berpirsiyar dibê bersîva vê pirsê bidin.
Lê ev ne iştekî nuh e, numûneyên wek Yanardag pir in. Nasyonalîstên tirk, neyarên miletê kurd û ajanên dewleta tirk tije nava medya PKKê ne, medya PKKê ji xwe ra wek hêlînê dibînin. Min çend caran li ser vê meselê nivîsî, lê PKK guh nade rexneyan û tu tedbîrekê jî li hemberî van ajanan nagire.
Rast e dewlet ranakeve, tiştên wiha tektûk dikani bibin. Lê hewqas jî ne. Tevgereke xwedî hewqas serpêhatî û tecrûbe dibê êdî rê nede van ajanên resmî û neresmî.
Sebebê ku hewqas merivên xerab û ajan dikanin têkevin nava medya PKKê musaîdiya zemîn e, îdeolojî û siyaseta van tezgehan e. Bi saya hebûna vî zemînê musaîd ajanên tirk, neyarên kurdan di bin xêliya çepîtiyê da di nava medya PKKê da didin cirîtan.
Merdan Yanardag û bi sedan ajanên wek wî heta nuha zirarên pir mezin dana van dezgehên kurd,  bi rapor û  îxbarên xwe bi sedan keç û xortên kurd xistine zindanan û mahkûmî cezayên pir giran kirine.
Hîn do li Parîsê yekî wek vî bêbavî destê xwe yê pîs di xwîna 3 jinên kurd gerand.
Di operasyonên çend sal berê yên li hemberî KCKê da bi dehan ajanên wiha derketin û bi îfadeyên wan bi sedan kurd hatin girtin û cezakirin.
Ji dêlî ku meriv bibêje ”heta em li himber neyarê xwe têbikoşin, neyar jî vala nasekine û ewê her muxbîrên xwe di nav me de bi cîh bikin”, dibê meriv vê zemînê û hawirdora ku ajanan dihewîne, wan nabîne, ajan dikanin di nav da rehet bijîn, wê siyaset û îdeolojiya ku niknane rê li ber van ajanan bigre rexne bike, xweş nebîne.
Ez bawer dikim hîn jî yên wek Merdan Yanardag di nava medya PKKê da pir û pir in. Piraniya çepên tirk, belkî ji sedî nodê wan kesên wek Yanardag, Perînçek  û Yalçin Kuçuk in. Ya ajan in ya jî ji bo armanceke xerab hatine nava medya PKKê. Dixwazin bi îmkanên medya PKKê dubendiyê têxin nabêna kurdan û  fêsadiyê bikin. Dixwazin neyartiya kurdan bikin.
Û jixwe camêran zêde jî xwe venaşêrin, bi sohbetekê meriv dikane wan nas bike, ji nivîseke wan meriv dikane derxe ku ew ne dostên miletê kurd in, ya ajan in ya jî hesabekî wan yê siyasî heye.
Giregirên HDPê piştgirî dane vî ajanî, ew wek ronakbîrekî hêja dîtine. Dema Merdan Yanardag  di sala 2013a di operasyona Ergenekonê da hatiye girtin û 10 sal û 6 meh caza xwariye, parlamenterên BDPê Sabahat  Tuncelê û Sirri Sureyya Onder ev neyarê miletê kurd parastina, gotine, ”Merdan, ronakbîr û muxalifekî  vî welatî yê herî hêja ye.”
Ev çawa dibe, vî merivî ji bo kurdan û PKKê çi kir ku Sabahat Tuncel û Onder hewqasî pê bawer bûn, hewqasî pesnê wî dan?
Mêrik merivê Ergenekonê ye, di warê siyasî û îdeolojîk da neyarê miletê kurd e, lê berpirsiyarê rojnameya kurda ye!
Ev çi siyaset û rêxistineke ku rê dide merivekî hewqasî pîs were dereke gewqasî muhîm?
Çawa meriv dikane rezaleteke hewqasî mexin hewqsî sivik bibîne?
Kê Merdan Yanardag kir berpirsiyarê Ozgur Gundemê, bi riya kê û referensa kê hat rojnameyê?
Dibê hesabê vê yekê were pirsîn.
Heta ku li hemberî ajanan şêla meriv ev xemsarî be, kesên wek Merdan Yanardag ewê di nava medya PKKê da tu carî kêm nebin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE