19 april 2015

Ermeniyê dibêje ez bim jî ezê jenosîdê qebûl nekim!

Etyen Mahçûpyanê ermenî gotiye: ”Heger ez serokwezîr bûma minê jenosîd qebûl nekira.”
Etyen Mahçûpyanê ermenî ku heta çendakî berê şêwirmendê serokwezîr Davutoglu bû, lê ji ber gotina xwe ”tiştê 1915a da hat serê ermeniyan jenosîd e” ji şêwirmendiyê hat bidûrxistin, di nivîsa xwe ya dawî da çerxek nuh daye xwe û gotiye ”heger ez serokwezîr bûma minê jenosîd qebûl nekira.”
Mahçûpyan gotiye:
”Ev terîm(têgîn) li ba min tu carî muhîm nebûye û ji ber vê yekê jî di salên borî da dîaspora ermenî tim êrîşî min kir…
Li alî din heger meraq dikin ku ezê qebûlkirina jenosîdê pêşniyarî serokwezîr bikim ya na, ez gaveke din bi pêşda herim…Ez serokwezîr bûma minê jenosîd qebûl nekira.
Ji alî min da di vê momenta dîrokî da ya muhîm serketina serokwezîr, serokkomar û ya AKPê ye…”
Rewşeke pir trajîk e.
Xwedê tu însanî nexe rewşeke wiha trajîk.
Nivîskar û întellektuelê miletekî hatiye qirkirin û dibêje tiştê hatiye serê gelê min jenosîd e, lê dibêje ez ji neviyên celadên bav û kalên xwe ra nebêjim vê rastiyê qebûl bikin. Ji ber ku qebûlkirina vê rastiyê ewê zirarê bide Erdogan û Davutoglu, lema jî dibê jenosîdê qebûl nekin.
Însanek ne pir pîs û rezîl be, ruyê wî ji çermê gê(ga) ne qalintir be, tamara eniya wî neqetiya be bi vê derecê nabe şûrkêş û zilamê zalim û neheqan.
”Yê rastiyê, heqiyê bizane û nebêje îblîsê bêziman e”.
Bi van gotinên xwe Mahçûpyan îblîsî heq kiriye…
Însan carê xwe pîs bike sînorê wê tuneye, dikane bibe berdevkê zaliman û qatilên bav û kalên xwe jî...

XXX


Hema ez ji we ra bibêjim, Erdogan nikane mesela kurd çareser bike. Ji ber ku ne di wê çapê û kapasîteyê da ye, ne xwediyê kultura merivekî zana û mezin e. Qerekterê wî, kultura wî ya lûmpen û tucara ye. Û di warê îdeolojîk da jî merivekî panturkîst e.
Çend salê berê ji kurdekî ra gotibû, ”hûn nefikirin mesela kurd tuneye. Mesela kurd hûn di serê xwe da çêdikin.”
Nuha jî li meydann bi dengekî bilind dibêje ”hûn bifikirin jî nefikirin jî mesela kurd tuneye”.
Mesele hewqasî vekirî ye. Kurdên derî vê siyasetê hêviyeke din ji Erdogan dikin xwe û civatê dixapînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE