07 april 2015

Hesabê şaş ewê di 8ê hezîranê da diyar bibe

Namzetên HDPê yên parlamentoyê diyar bûn. Min bala xwe piçekî da namzetên bajarên Kurdistanê. Namzetên Rihayê bi tevayî neketin serê min. Kesên xwedî ray tunene. Osman baş e lê têrê nake, dibê ehlên cî bin, ji wir bin. Bi dîtina min li gorî namzetên AKPê zeîf in. Ez dibêjim HDP li Rihayê îcar ewê bi qasî rayên Osman Baydemir di hilbijartinên mehelî da girtibûn negre.

Lê bajarê herî bêtir bala min kişand Wan e, belkî li hin bajarên din jî eynî sosiret hebe, lê ez nas nakim. Bes li Wanê sosireteke giran e.


Li bajarekî wekî Wanê du jinên tirk, Fîgen Yuksekdag di rêza yekê da û Yurdusev Ozsokmenler jî di rêza sêyem da nîşan dane. Û herdu jî ne tu tişt in, ne hêjana meriv xwe ji bo wan biwestîne.

Mesela tirkekî wek Sirri Sureya Onder, dîsa bi kêrî tiştekî tê. Lê Yurdusev Ozsokmenler, ma ewê çi xweliyê li serê me ke?
Bi rastî meriv matmayî dimîne.

Tenê kurd ji bo ku piştgiriya tirkan bigrin, tirkan dikin parlamenter û serokên xwe, tu miletekî din tiştekî wiha nake.
Filistînî cuhuyan nakin parlamenter û serokên xwe.
Tirkên Qibrisê rûman nakin parlamenterên xwe, tenê PKK vê siyasetê li ser gelê xwe ferz dike.

Ma ji bo ku tirk bibin dostên me, alîkariya me bikin, dibê bibin parlamenter û serokên me?
Ji bo çi Yurdusev Ozsokmenlerê ewê ji Çaneqaleyê were li Wanê bibe parlamentera kurdên Wanê?
Çar salan li Diyarbekrê reîstiya kurdan ya belediyê kir, ma ne bes? Û di wan çar salên xwe da çi kir, çi performans nîşan da?

Ma çima li Wanê jin û mêrên bikanibin bibin parlamenter tunene?
Û ya din xusûsiyeta van herdu xaniman çi ye, çi tesîr û bandora wan li ser tirkan û civata tirk heye ku dibê em miheqeq wan bikin parlamenterên xwe?
Van herdu xanim ne serokên partiyan e, ne şexsiyetên pir meşhûr û xwedî giranî ne, çima ewê bibin parlamenterên kurdan?
Dibê kurd êdî biwêribin vê pirsê bikin?
Heger mesele dostayî, fedekarî û piştgirî ye, kurd sed carî, hezarî ji Ozsokmenlerê, Yuksekdagê û Nursel Aydoganê bêtir fedekariyê dikin û xwe xwe didin kuştin. Wer însan hene sê zarokên şehîd dane. Û him bi zanîna xwe û him jî bi kurdayetiya xwe ji van xaniman pir û pir baştir in. Bêtir girêdayî  serok  û PKKê ne. Dibê ew bibin.


Ma ji ji bo ku tirk alîkariya kurdan bikin dibê em wan bikin parlamenter, reîs û berpirsiayrên xwe?
Wê demê dostên xwarinê ne!
Û dostê xwarinê jî tim xeyidî ye.

Lê diyar e xwediyên vê siaystê rayên kurdan di bêrîka xwe da dihesibînin û wisa bawer dikin ku ew çi bikin kurd ewê bi emrê wan bikin. Kurdan bi tiştekî nahesibînin. Lê 8ê hezîranê ewê nîşan bide hela ka beg yaman e ya gel yaman e!

Mimkûn e bi vê siyaseta tirkîyetiyê, bi van namzetan HDP di nava tirkan da rayên xwe zêde bike. Ev îhîmal heye.

Lê rayên tirkan ne rayên daimî ne, rayên konjukturel in. Ne rayên sabit in, tenê ji bo îro ne.
Partiyeke kurd, hêzeke kurd gava bixwaze li hemberî dewletê bi hêz be, mesela xwe û miletê kurd çaraser bike, dibê li Kurdistanê, li welatê xwe, di nava gelê xwe da xwedî hêz be, piştgiriya gelê xwe bigre.

Bi rayên tirkan ev îş nabe. Rayên tirkan îro li dijî Erdogan e, lê ne rayên li pişt PKKê û tevgera kurd in.
Lê em çi bibêjin jî vala ye, heta ku xwediyên vê siyasetê ji kurdan derseke baş negrin nayên ser riya rast û netewî. Dibê carê kurd bibêjin, ”NA, em wiha qebûl nakin, êdî bes e!” 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE