06 april 2015

Kûçik bi qusandinê nabe tajî û weselam !

Gelşên kurdan hezar hezar in û roj bi roj zêdetir dibin. Berê gelşa kurmanc, soran, feylî, zaza, kakayî, sunî, elewî, şîî ji çend gelşên kurdan yên sereke bûn, tim qala wan dihat kirin. Ji vir û wirda, ji alî vî wî da dihatin tilîkirin.
Lê ji îşxala Şengalê û virda ye îcar gelşa êzdiyan jî lê zêde bû. Îcar jî vê tilî dikin. Qey ev jî qeder û şansê kurda ye. Miletekî kerî kerî bûye, çarhawêlî wî gelş û tevlihevî ne.
Meriv nizane çi bibêje. Hema Xwedê me ji qeda û bela û ji bêtarên hîn mezintir bisitirîne.
Ya baş ew e ku meriv hevza xwe ji van minaqeşeyên medya sosyal bike û ”îmana” û şexsiyeta xwe paqij bihêle, biparêze...

XXX
Ez û xanim em nuh ji şîna xltîka Sultanê, diya Qetbedîn û Adil Aliş hatin. Wek hercar me dîsa gelek dost û heval dîtin, li halê û hehwalên hev pirsîn.
Mirin rojê yekî/yekê ji nava me dibe. Geh dê û bavên me, geh yekî ji me kêm dike. Herkes li ber dor û roja xwe ye. Mirin ji xwe ne xweş e, lê mirin û şîna li xerîbiyê bêtir tahl û giran e. Bes dîtina dostan bîna meriv fireh dike.
Wek gelek caran dîsa lawikê diyarbekrî Abid Dundar gihîşt gazî û hawara min û nehîşt em têkevin riyan. Camêr bi ereba xwe em anîn li ber malika me danî. Mala wî hezar carî ava. Ya na emê hîn jî tep û rep bi rê da bûna.
Hevalên çê wek Xocê Xizir in, di rojên teng da tim tên alîkariya meriv. Ev 35 sal in halê min ev hela e û ewê heta mirinê jî ev be…

XXX
Serokwezîrê Iraqê Abadî di hesabê xwe yê twîtterê da gotiye ”ezê sibe biçim Herêma Kurdistanê.”
Medya tirk ev gotinên Abadî tahrîf kiriye, navê Kurdistanê rakirine, kirine ”Kuzey Irak.” Beyan bûye, ”ezê sibe biçim bakurê Îraqê”!
Kûçik bi qusandinê nabe tajî û weselam!
2015-04-05

XXX


Hin kes dixwazin miriyan ji gorrê rakin. Mirî ji gorran ranabin. Dibê meriv wan di gorrên wan da rehet bihêle. Meriv miriyan ji gorran rake jî term in, ji meriv ra bar in, tu tişt ji terman sadir nabe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE