12 april 2015

Kurd di piştgiriya dijminên xwe da tu şaşiyê nabînin

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz, derbarê bûyera Agiriyê û qetilkirina kesên siwîl û gerîla da gotiye, ”bûyerên wiha ewê zêde bibin, hîn zêdetir bibin.”
Ev jî tê wê maneyê ku hukûmetê biryara xwe daye, ji bo ku kurdan terorîze û çavtirsiyayî bikin, rayên wan bi zorê bigrin heta hilbijartinan ewê gelek bûyerên wiha bikin.
Erdogan, ji bo ku sîstema serokkomariyê bicî bike û ew jî bibe serokkomar dikane şerekî pir mezin bide destpêkirin û bi hezaran kurdî bide kuştin. Ji bo ku îktîdar ji dest wî neçe tiştê neke tuneye, dikane her tiştî bike û bide kirin.
Îsmet Yilmaz gotiye, HDP li ”Rojhilat” (li Kurdistanê) zarokên wan dikuje û li Tirkiyê jî ji dê û bavên wan rayan dixwaze. Ev durûtî ye…”
Wisa xuya ye mêrik kuştinên xwe wek kuştin nabîne, wek çêyî û xizmeteke bi kurdan dibîne.
Di nava 30 salî da 40-50 hezaran kurd kuştine, 20 hezar kurd wenda kirine, bi sedhezaran xistine zindanan, bi sedhezaran mahkûmî surgûnan kirine, 4 hezar gundên kurdan wêran kirine, lê Îsmet Yilmaz dîsa jî tu maniekê, tu astengekê nabîne ji dê û bavên wan zarokan, wan kurdan raya bixwaze.
Yanî mêrikan him dikujin û him jî rayên wan digrin.
Lê heger dê û bavên kurd jî wek dê û bavên tirk bi heysiyet bûna ewê rayên xwe nedena qatilên zarokên xwe, ewê nebûna hevalên qatilê zarokên xwe.
Tirk nabin, lê kurd dibin hevalên qatilên zarokên xwe. Tirk rayên xwe nadin neyarên xwe, lê kurd didin.
Ji xwe loma jî Îsmet Yilmaz, him emrê kuştina zarokên kurdan dide û him jî ji dê û bavên wan zarokan rayên wan dixwaze.
Û Xwedê heye kurd jî qet texsîr nakin, rayên xwe bi comerdî didin qatilên zarokên xwe.
Ji xwe qet nayê bîra piraniya tu dê û bavekî kurd ji Yilmaz ra bibêje, ma yên hewqas hezar zarokên me kuştin kî bûn?
Heger dê û bavên kurd, mezin û siyasetmedarên kurd ev pirs ji Yilmaz û hukûmeta wî bikirana nedibûn hevalê wî.
Heger ev pirs bihata bîra dê û bavê kurd, bi hezaran li ber deriyê AKPê, li ber deriyê îşxalkarên welatê xwe û qatilên zarokên xwe nediketin dorê…
Kurd di piştgiriya dijminên xwe da tu şaşiyê nabînin, ev yek bi tecrûbeyê sabit e...


XXX
Hukûmetê dîsa dest bi terorê û qetlîaman kir
Li gorî xeberên di medya tirk da belav bûne do li Agiriyê gerîllayên kurd leşkerên tirk gulebaran kirine û li ser vê, leşkeran jî bersîv dane û şer derketiye. Di şer da 4 leşker birîndar bûne û 5”terorîst”(!) jî hatine kuştin.
Lê di medya sosyal da diyar bû ku xelkê siwîl ji bo ku şer gurr nebe çûne herêmê û wek mertal ketine ortê. Leşkerên tirk xelk jî gulebara kirine û serokê HDPê yê Diyadînê yê berê Cezmi Budak kuştine û kurdekî bi navê Cenap İlboga jî birîndar kirine.
Carê birîndariya 4 leşkeran qet nakeve serê min, ez dibêjim dereweke tirka ye, ji bo ku cî bidin qetlîama xwe, sebebekî nîşan didin. Lê tiştê dibêjin sedîsed ne rast e. Gerîla li ciyê rehetiyê êrîşî leşkeran nake, ji ber ku biryara wan heye.
Dibê kurd îdîa birîndariya 4 leşkeran tetkîk bikin, hela ka rast e ya derew e. Û bûyer çawa bûye?
Bi baweriya min dikane derew be.
Planeke Erdogan ya hilbijartinan heye, dixwazin bi êrîşên wiha vê plana xwe bicî bikin.
Jixwe beyanên tirkan yên piştî bûyer êvê şika meriv xurt dike.
Piştî bûyerê serokerkan, serokwezîr, wezîrê karûbarên hundur û Erdogan, gişan jî qela xwe kiribûn yek û wek gurên devbixwîn qetlîama xwe parastin, gotin wan êrêşî leşkeran kiriye.
Lê vir e, gerîlla êrîşî leşkeran nake. Miheqeq wan êrîş birine ser gerîla.
Hêvî dikim ku kuştina 5 gerîlla ne rast be.
Diyar e ev bûyer û êrîşkariya artêşê fêkiyên hevdîtinên bi serok ra ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE