25 april 2015

Meriv dikane bi pera însanan jî û dewletan jî bikire


Heger meriv xurt be, xwedî nufûz û qudret be û aboriya meriv mezin be, meriv çi sûcî bike jî kes nikane tiştekî bi meriv bike. Meriv qatil be jî, gelan qir bike jî kes newêre ji meriv ra bibêje qatil û sûcê meriv ra jî bibêje qetil.
Sebebê ku Emerîka, Swêd û gelek welatên Ewrûpa ji Tirkiyê ra nabêjin tiştê di 1915a da we anî serê ermeniyan, suryanî-asûrî û êzdiyan jenosîd û kurdan ev yek e, li ba Tirkiyê pere heye. Û ew jî pûlperest in.
Perê kê hebe dikane însanan jî û dewletan jî bikire, dikane însanan jî û dewletan jî bêûjdan û bêmoral bike. Dikane bi însanan jî û bi dewletan jî rastiyê nede gotin.
Tirkan ermenî tenê qirnekirine , kurdan jî qirkirine.
Ji roja komara Tirkiyê ava bûye û virda ye jenosîda kurdan ya fizîkî, kulturî û zimên berdewam e. Ya ermeniyan çar salan ajot, ya me kurdan ev 92 sal in berdewam e.
Tiştê dewleta tirk aniye serê me kurdan sedîsed jenosîd e. Lê em dev ji dinyayê berdin, kurd bi xwe jî hîn nizanin tiştê hatiye serê wan jenosîd e…
Siyasetmedar û ronakbîrên kurd gav û saetê qala jenosîda ermeniyan dikin, lê nizanin tiştê xelkê aniye serê wan jî jenosîd e.
Ma tiştê îro ereb li Sûriyê û Îraqê dikin ne jenosîd (qirkirin) e?
Ma tiştê Seddam anî serê kurdan ne jenosîd e?
Ma titê Daîşê heta nuha aniye serê kurdan ne jenosîd e?
Ma tiştê tirk ev 90 sal in dikin ne jenosîdeke spî û gav bi gav e?
Ji ber ku em kurd in me terorîze dikin, malên me talan dikin, gundên me dişewitînin, serê me jê dikin, jinên me ji xwe ra dikin kole.
Ji bo ku welatê me ji me bistinîn em bi milyonan, bi darê zorê mecbûrî koçberiyê kirin û mahciran anîn li gund û bajarên me bicî kirin.
Ji bo ku me asîmîle bikin û bikin tirk ev 90 sal in zimanê me yasax kirine.
Tirkiyê, Sûriyê, Îranê û Îraqê ev tişt û gelek tiştên din hemû anîne serê kurdan û hîn jî tînin.
Ev, ne kêmî jenosîda ermeniyan e.
Lê ji ber ku em miletekî nezan û bêxwedî ne, loma jî ne em û ne jî kesekî din dibêje ev jenosîd e.
Û heta ku kurd nebin xwedî dewlet ewê tu carî ji zulmê û jenosîdan xelas nebin.
Gava deletek, miletekî ya jî grûbeke etnîkî, dînî ji ber sebebên dînî, nîjadî, siyasî, kulturî ya bi derbekê da ya jî qedeme bi qedeme bikuje, tune bike, mecbûrî koçberiyê bike, zimanê wan qedexe bike û zimanê xwe li ser wan ferz bike, ev jenosîd e.
Bi kinî tarîfa jenosîdê ev e.
Û li gorî vê tarîfê tiştê Tirkan û ereban heta nuha anîne serê kurdan jenosîd e û jê wêdetir e jî.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE