26 april 2015

Nêçîrvan Barzanî jî li Çanakaleyê bû !


Serokwezîrê Kurdistana Federe Neçîrvan Barzanî do li Çanekaleyê beşdarî merasîma ”Şerê Çanakaleyê” bû.
Tirkan heta nuha di 18ê adarê da ev roja zafera xwe pîroz dikirin. Lê îsal ji bo ku hejmara beşdarên bîranîna 100 saliya jenosîda ermeniyan ya li Êrîvanê kêm bikin, tarîxa merasima Şerê Çanakaleyê bi merasima jenosîdê ra xistin eynî rojê... 
Ev yek bi serê xwe li hemberî ermeniyan û 1,5 milyon kesên hatin qetilkirin bêhurmetî û neyartiyeke mezin e.
Lê tiştê ez dixwazim li ser rawestim ne ev bêhurmetî û neyartiya hukûmeta AKPê ya li hemberî ermeniyan e. Ev meseleyeke din e.
Bi dîtina min çûna Nêçîrvan Barzanî ya Çanakaleyê şaş bû, dibê bahaneyek nîşan bida û neçûya. Tu karekî wî li Çanakaleyê tunebû û dibê yekî wek wî neçûya Çanakaleyê.
Nêçîrvan Barzanî bi çûna xwe ya merasima ”Zafera Çanakaleyê” him şaşî kir û him jî dilê gelk kurdî hîşt.
Tirk piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bûn xwedî welat û kurd ji xwe ra kirin bindest û Kurdistan jî kirin kolonî.
Û ev sed sal in li hemberî kurdan siyaseteke jenosîdê dimeşînin. Tiştên anîn serê ermeniyan ev sad sal in gav bi gav, merhele bi merhele anîne serê kurdan.
Ma Nêçîrvan Barzanî bi viya nizan?
Hebûna me înkar kirin, zimanê me yasax kirin, heta nuha bi sedhezaran kurd kuştin û bi milyonan kurd jî kirin tirk. Û Kurdistan jî di bin îşxala wan da ye.
Û ne li hemberî kurdên bakur tenê, li hemberî Nêçîrvan Barzanî û kurdên Kurdistana başûr jî gelek xerabî kirin, bi sedan car Kurdistan bombebaran kirin. Di bin ra gelek zirar dan wan, Daîş bera ser wan dan. Yanî kirin û kirin. Bi gotinê dawî nayê.
Hîn heta do li hemberî hukûmeta Nîçîrvan Barzanî bi dehab xettên Erdogan yên sor hebûn. 
Berpirsiyarên dewletê û hukûmeta AKPê hîn jî navê Kurdistanê nagrin devê xwe, ala kurd qebûl nakin.
Yanî ez bi xwe tu sebebekî ciddî nabînim ku Nêçîrvan Barzanî bazde here merasima Zafera Çanekaleyê û bi tirkan ra vê ”zaferê” pîroz bike. 
Tirk serketina xwe ya Çanakaleyê pîroz dikin heqê wan heye, ji ber ku mêrikan bûn xwedî dewlet û em jî kirin koleyên xwe. Û welatê me jî ji me stendin û ew jî kirin welatê xwe.
Lê emê çima û ji bo çi zafera Çanakaleyê pîroz bikin?
Bi zafera Çanakaleyê me çi bi dest xis?
Çimakî em nikanin wek yekî îngilîz, fransiz, wek xerîbekî û wek dostekî tirkan bifikirin û hereket bikin.
Welatê me îşxal kirine, hebûna me qebûl nakin, zimanê me qedexe ye…
Loma jî ciyê birêz Nêçîrvan Barzzanî ne Çaneqale, Êrîvan bû, dibê biçûya wir. 
Lê em ferz bikin ku çûna Êrîvanê rast nedîtin, ewê ji wan ra hin gelş peyda bikira û loma jî neçû. Me qebûl… 
Lê wê demê dibê ji bo tirkan jî baheneyek bidîta û ew bi xwe neçûya Çanakaleyê, wezîrek bişanda.
Çawa ku hin xetên tirkan yên ”sor” hene, dibê yên kurdan jî hebin.
Neçîrvan Barzanî nikane îşxala Tirkiyê û bindestiya 20 milyon kurdî nebîne û bi Tirkiyê ra wek serokwezîrekî ewrûpî bide û bistîne.
Beşekî welatê Nêçîrvan Barzanî di bin îşxala Tirkiyê da ye, ne rast e ew wek ku tiştekî wiha tunebe hereket bike.
Di têkiliyên bi Tirkiyê ra nabe ku ew tenê li xwe, li beşê xwe û li kara xwe bifikire, ew mecbûr e hesabê kurdên bakur jî bike. Li hest û hesasiyetên wan jî bifikire.
Heger ev hesab û hizra netewî tunebe, heger herkes tenê li xwe bifikire wê demê kurdên Tirkiyê, partiyên Kurdistana bakur jî dikanin herin bi Bexdayê ra rûnin û bi wan ra peymanan çê kin. Her roj bibin mîvanên Bexdayê.
Li hemberî têkilyeke wiha Nêçîrvan Barzanî ewê qiyametê rake, ewê rexne bike, lê ji bo xwe ew her babet têkiliya bi tirkan ra normal û mubah dibîne.
Lê ne îro tenê, ji destpêkê da ye birêz Nêçîrvan Barzanî zêde hasabê kurdên bakur nake û Tirkiyê jî dijmin mijmin nabîne û gelkî jî qedrê Erdogan û Davutoglu digre, gotinên wan qet li erdê naxe, siyaseteke dilê tirkan bihêle nameşîne. Ev baweriya bi tirkan û bi Tirkiyê ne li kara kurda ye, dibê Nîçîrvan Barzanî baweriyê bi tirkan û bi Erdogan neyne. Esas dibê meriv bi tu neyarê xwe baweriyê neyne. Kurdên bawerî bi neyarên xwe anîn tim li zirarê derketine.
Yanî baweriya bi Tirkiyê pir rahlûke û şaş e. Lê ne birêz Nêçîrvan Barzanî tenê, piraniya kurdên başûr piçekî zêde aşiqê tirkan û Tirkiyê û demokrasiya tirkan in. Û tirkan wek ereban zêde dijmin nabînin. Ev siyaset ne ji xêrê ra ye, kurd ewê poşman bibin.
2015-04-25

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE