03 maj 2015

Dîtina Kurdistana serbixwe nêz e

Bêguman emê demek din jî bi Erdogan ra haşir û neşir bibin. Erdogan û  partiya wî ji bo ku kurd negihîjin azadiya xwe  ewê hîn gelek dek û dolaban bigerînin, gelek fêlbaziyên din jî bikin. Ewê geh bi Quranê û geh jî bi çekan werin ser me.
Lê bêfeydeye, xelasiya wan tuneye, kurd ewê zora vê dewleta ceberût bibin. Heta nuha wan çi kir dawiya dawî li zirarê derketin. Nuha jî eynî tişt e, ewê eynî tişt bibin, kurd ewê li karê derkein.
Em nêzî dawiya fîlm bûne…
Zor, teror, çek ceribandin, gund wêran kirin lê di netîceyê da li zirarê derketin.
Hinekî sist kirin, TRTa kurdî  vekirine , di hin zanîngehan da beşên kurdî vekirin, gotin belkî mesela kurd biqede. Lê dîtin tew ji xwe ra xerabtir kirin. Nuha nikanin bigrin jî.
Ji bo perçekirin û bihevxistina PKKê dest bi hevdîtinan kirin, sê salan wirda birin, virda anîn dîtin ku PKK perçe nabe, bûyer li gorî hesabê wan nameşin û hêdî hêdî zirarê dikin. Loma jî ji nişkave dev guhertin û gotin mesela kurd tuneye. Me hemû mafê kurdan daye. Tiştê maye teslîmbûne. Dibê PKK êdî çekan deyne û were teslîm bibe.
Çimkî dîtin hesabê wan şaş derket. Loma jî dibê çerx bikin.
Ji bo ku dezgeheke miletê kurd çênebe, xurt nebe, di nava milet da reh bernede, BDP dan girtin û HDP dan çêkirin.
Lê bawer bkin îcar jî ewê hesabê wan şaş derkeve. Yanî bi numareyên wenî kurd ne diqedin û ne jî dev ji doza xwe berdidin.
Tenê hinekî dirêj dibe.
HDP, di hilbjartinan da têkeve meclîsê jî, nekeve meclîsê jî  zêde ferq nake, dîsa ewê li zirarê derkevin, kurdê li karê derkevin.
HDP bi alî tirkan û tirkîtiyê da zêde çerx bike kurdê jê dûrkevin, bi alî kurdan da bike tirkê jê dûr kevin. Û di netîceyê da ev alternatîf jî ewê were ceribandin, kurdên teseliya xwe ji vê hevkariya tirkan jî bibirin.
Ji bo ku li başûr rê li ber îlankirina Kurdistana serbixwe bigrin, hêzên kurd yên çekdar têk bibin Tirkiyê, Îraqê û Sûriyê bi hev ra Daîş şandin ser kurdan. Lê di netîceyê da dîsa li zirarê derketin.
Erê Daîşê zirareke pir mezin da miletê kurd, di dilê kurdan da birînên pir kûr vekir, lê alî din ev êrîş bû sebebê çêbûna yekîtiya kurdan û ji bo kurdan peydabûna alîkariyeke pir mezin.
Ne ev êrîşa Daîşê bûya dinyayê hewqasî alîkarî nedida kurdan. Ev alîkarî di rojên pêş da li başûr ewê Kurdistaneke serbixwe bi xwe ra bîne. Ji nuha da meriv sînyalên wê dibîne.


Ji ber ku li ber kurdan tu riyeke din nema û dinyayê jî ev yek di praktîkê da baş dît.
Dinyayê dît xelasiya kurdan dewlet e, heta kurd nebin xwedî dewlet li herêmê ne aştî û aramî çêdibe û  ne jî ereb, tirk û faris kurdan rehet dihêlin.
Yanî qet ne hewceye em bitirsin, Erdogan û tirk çi bikin jî xelasiya wan tuneye, emê bi ser kevin.
Ji xwe Sûriye û Îraq êdî wek dewlet nemane. Maye Îran û Tirkiye.
Îro dewleta ji bo hemû kurdan herî tahlûke ne Tikriye ye, Îran e. Îran dikane gelek zirarên mezin bide kurdan, ew xwedî wê hêzê û îmkanê ye. Di warê leşkerî, aborî û siyasî da Îran ji Tirkyê pir xurttir e. Û wek rejîm jî rejîmeke pir tahlûke ye.
Loma jî di pêşerojê dibê kurd li hemberî Îranê gelkî şiyar û bi tedbîr bin.
Bi dîtina min pêşeroj ya miletê kurd e, kurdên xwedî hêz, PKK, PDK, YNK, Goran bi hev nekevin û bi hêzên din ra siyaseteke netewî bimeşînin serketin ya me ye. Dîtina kurdistana serbixwe nêz e. Pêşeroja Erdogan tarî ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE