08 maj 2015

Ji bo ku bêwelat im şerm dikim !

Her cara yek ji min dipirse, dibêje: 
”Tu ji ku yî”, ji kîjan welatî yî?
Ez dikevim binê erdê, ez di dilê xwe dibêjim erdo veqeliş û ez têkevim hundurê te…
Çimkî yek bersîva min tuneye. 
Gava dibêjim ez ji Kurdistanê me.
Dibêje kîjan Kurdistan?

Gava dibêjim ez kurd im.
Dibêje kurdê kîjan welatî?
Tirkek ji ber navê nasnameya xwe , navê welatê xwe, navê miletê xwe tu carî rastî zahmetiyeke wiha nayê.
Yekî tirk gava dibêje "ez tirk im", diqede, yê hember fêm dike ew ji kîjan welatî ye...
Li hemberî pirsa "tu ji ku yî" zahmetiyê nakşîne, tu carî şerm nake...
Lê wek kurd ez şerm dikim.
Gava pirsa ”tu ji ku yî”, ”ji kîjan welatî yî” ji tirekî tê kirin, dibêje ”ez tirk im”, ”ez ji Tirkiyê me.”
Mesele diqede, kes ji yê tirk ra nabêje ”tirkê kîjan welatî?”
Ev yek ji bo yekî swêdî jî wiha ye. Bersîva yê swêdî jî yek e, ez swêdî me, welatê min Swêd e. Qediya çû…
Yanî li hemberî pirsa ”tu ji ku yî”, dibê ez tim bibêjim ez bêwelat û bêdewlet im, ez kurdê bindestê Tirkiyê, Sûriyê, Îraqê û Îranê me…
Dibê hertim ez vê bêdewletî û bindestiya xwe eşkere bikim…
Ez naxwazim kes ji min miletê min û welatê min jimin bipirse. Ji ber ku ne welatê min heye û ne jî dewleta min…
Ez merivekî bêwelat im. Ev yek bi zor tê û ji ber xwe fedî dikim.
Lê gelek kurd ji ber bêwelatbûna xwe fedî nakin, lema ji bo xwe welatekî jî naxwazin…

XXX

Bindestiya me kurdan hîn berdewam e
Heftê(70)sal berî nuha Şerê Cîhanê yê Duyem li Ewrûpayê qediya. Heftê sal berê di 8ê gulana 1945a da serokwezîrê Îngilistanê yê wê demê Winston Churchill bi axaftineke dîrokî mizgîniya qedandina şer da gelên ewrûpî û cîhanê.
Di 6 salên şer da di nabêna 75 û 85 milyon însan hatin kuştin. Loma jî Şerê Cîhanê yê Duyem di dîroka însaniyetê da wek şerê herî mezin û herî malwêran tê qebûlkirin.
Di nava van 70 salên borî da gelek milet ji bindestiyê rizgar bûn û gihîştin azadiya xwe, bûn xwedî dewlet.
Lê em kurd hîn jî bindest in, welatê me ji alî çar dewletên hov ve hatiye perîçekirin. Tirk, ereb û faris hîn jî her roj me dikujin, tecawizî keç û jinên me dikin. Hîn jî me mecbûrî koçberiyê dikin.
Yanî bindestiya me kurdan hîn berdewam e, em dikin nakin, nikanin zora van çar dewletên zalim û hov bibin.
Loma jî wek miletên ewrûpî îro em qedandina 70 saliya Şerê Cîhanê yê Duyem pîroz nakin, çimkî şerê me hîn neqediya ye…

XXX

Kurdan ji bo Kurdidistanake serbixwe gelkî sebir kirin. Hindik maye, di demeke nêz da ew bedelê vê sebra xwe bigrin.

XXX

Pêr tirk bûn, do Daîş bû, îro Îran e, sibe Sûrî ye. Yanî heta em bindest û bêdewlet bin xelkê tim serê me jêke û dest bavê namûsa me…
Dibê êdî her kurd vê rastiyê bibîne.
Ma qereçî çima li her dera dinyayê merivên herî perîşan in?
Ji ber ku bêdewlet in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE