04 maj 2015

Rih dibe bihost neyar tu carî nabe dost

Sebebê vekişîna yekîneya pêşmerge ji Kobanê Tirkiye bûye. Tirkiyê nehîştiye çek û cebilxana ji pêşmerge ra were şandin 
Sebebê vekişîna yekîneya pêşmerge ji Kobanê Tirkiye bûye. Piştî rizgarkirina Kobanê Tirkiyê rê nedaye çek û cebilxane here ji hêzên pêşmerge ra. Lema jî pêşmerge ji mercbûrû ji Kobanê derketine.
Gelek kurdan PDKê û Kurdistana federe rexne dikirin û digotin çima hêzên pêşmerge ji Kobanê vekişandine, dibê ev yekîne demeke din jî li wir bimaya.
Lê wa ye diyar bû ku sebeb dîsa Tirkiye û hukûmeta AKPê ye.
Fermandeyê yekemîn yê yekîneya pêşmergeyên li Kobanê lîwa Qehar Doskî ji Rûdawê ra gotiye, ”ji ber ku Tirkiyê nedihîşt çek û cebilxane derbasî Kobanê bibe pêşmerge neçar ma ji Kobanî vegere…”
Hêzên pêşmerge 7 mehan li Kobanê bi şervanên YPGê û YPJê ra mil bi mil li hemberî çete û qatilên DAIŞê şer kirin.
Piştî rizgarkirina Kobanê, serokê herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî xwestiye hêzên pêşmerge demeke din jî li Kobanê bimînin û ”di rizgarkirina hemû gund û deverên Kobanê de alîkariya hêzên Rojava bikin.”
Û ji bo mana pêşmergeyan jî Mesûd Barzanî gelek hewil daye ku Tirkiyê razî bike, lê Tirkiye razî nebûye, nehîştiye çek û cebilxane here ji pêşmeregeyan ra.
Li ser vê, hêzên pêşmerge ji neçarî di 29ê nîsanê da Kobanê terikandin û vegeriyan Kurdistana başûr.
Lîwa Qehar Doskî gotiye, ji ber ku Tirkiye nahêle alîkarî here ji YPGê ra lema jî ”nuha tu rê tuneye ji bo ku çek ji YPGê re bê şandin, tenê rêyên qaçax hene…”
Ev jî nîşan dide ku Tirkiye çiqasî xêrnexwaz û neyarê miletê kurd e. Ji ber zexta Emerîka mecbûr ma rê da çûna pêşmerge. Lê piştî rizgarkirina Kobanê ev rê dîsa li kurdan girt û nehîşt alîkarî û teqemenî here ji hêzên pêşmerge ra. Li gel ku 15 gundên Kobanê hîn jî di bin îşxala qatilên Daîşê da ne jî nahêle, alîkarî here ji pêşmerege ra.
Neyar wek mar e, tu carî bawerî bi neyar nayê, te hew mêz kir bi te veda. Lema jî kurdan gotiye, rih dibe bihost neyar tu carî nabe dost.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE