29 maj 2015

Xwedê çi dike?



Weleh îro jî xwe tevî siyasetê nakim. Hêvî dikim hûnê ji van herdu pêkenînan hez bikin. Û heger hûn bixwazin hûn kanin hinek aqil jî jê bigrin. Lê ku hewcedariya we bi aqil tuneye wê demê guh nedinê, bi aqilê xwe îdare bikin.

Rojekê bi rê da suyarekî xwenezan rastî sofîyekî hat. Suyêr ji sofî ra got:
-Sofî, ez tiştekî pir meraq dikim, gelo tu yê kanibî bi min ra bibî alîkar?
Sofî got:
-Heger ji destê min bê ser çavan, ezê bikim......
Suyêr got:
-Ez dixwazim tiştekî fêr bibim. Gelo Xwedê nuha çi dike?
Sofî bi vê cilqiyê gelkî aciz bû, lê belê neda der, got:
-Ezê bersîva te bidim, lê belê bi şertekî. Dibê tu ji wê mihînê peya bî, ezê lê siwar bim.
Suyêr got:
-Ji bo çi?
Sofî got:
-Ji ber ku pirs pir zor û bilind e, lema dibê bersîva wê jî li dereke bilind were dayin.
Suyêr bawer kir, ji mehînê daket, sofî lê suyar bû.
Xwediyê mehînê got:
-De ka bibêje Xwedê nuha çi dike?
Sofî got:
-Ma ewê çi bike, mehîn ji ehmeqekî wek te girt û da biaqilekî wekî min…
Û dû ra jî hespa(mehîna) xwe zengu kir û ji wir bi dûr ket…


XXX


Înkar bike !
Ji yekî ra zarokê law çênedibû. Pîreka wî tim keçik dianî. Lê wî dixwest lawekî wan jî hebe. Rojekê destê xwe li ber Xwedê vegirt û dest bi duan kir, got:
-Ya Rebî lawekî bide min. Bide min, bira here leşkeriyê û venegere.
Qey dua wî qebûl bû û Xwedê lawek dayê. Sal buherîn, lawik mezin bû û wexta wî ya leşkeriyê hat.
Tirsek ket dilê mêrik. Ewê çawa bike? Ji ber ku li ber destê Xwedê sozeke wî hebû. Bi şev û roj di mitalan da bû....
Hevalekî wî yê zarşîrîn û xweşsohbet dît ku hevalê wî pir difikire, fêm kir ku derdekî wî heye. Jê ra got:
-Xêr e, tu çima hewqasî kûr difikire, derdê te çi ye?
Mêrik bi dengekî meûl got:
-Qet qal neke bira, ji me ra law çênedibû. Min jî got ya Rebî lawekî bide me, bira here leşkeriyê û venegere. Nuha jî wexta leşkeriya wî nêz bûye, ez nizanim ezê çi bikim.
Hevalî wî bi dengekî hêdî jê ra got:
-Dema te ew soz û ahd da Xwedê kes li ba we hebû?
Mêrik got:
-Na weleh kes tunebû.
-Ê wê demê înakr bike. Ne şahid e, ne şihûd e. Tu ji çi ditirsî?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE