29 juli 2015

AKP xwe nêzî MHPê dike



Nivîskarê rojnameya Milliyetê Mehmet Tezkan, di nivîsa xwe ya îro da dibêje, “Bingehê koalîsyoneke AKPê-MHPê temam e.
Tezkan dibêje, AKP dixwaze bi tena serê xwe were ser hukim, lê belê netîceyên hemû anketan nîşan didin ku di hilbijartineke pêşwext da AKP bi tena serê xwe nabe îktîdar.
Dema bi tena serê xwe helbet naçin hilbijartinan. Ewê li bende roja xwe bin, roja dîtin xurt bûne, dikanin bi tena serê xwe werin ser hukim, a wê demê ewê bibêjin herin hilbijartinan.
Tezkan dibêje, ”Lema jî aqilmendên AKPê ji dêlî hilbijartike pêşwext, îbre bi alî koalîsyonekê ve şikandin.”
Ev texmîn rast e.
Ji ber ku AKP bûye MHP, di nabêna retorîka Bahçelî û Davutoglu û Erdogan da ferqeke herî biçûk jî tuneye.
Tezkan dibêje:
”AKP, ne bi gavekê, du gavan, sê gavên din nêzî MHPê bû û ji bo koalîsyonekê hemû astengên nabêna wan rabûn.
AKP hat xeta MHPê.
Şertê MHPê yê herî muhîm çi bû?
”Dibê pêvajoya çareseriyê biqede. Dibê tu têkilî nemînin. Dibê dewlet derseke baş bide PKKê. Dibê operasyon dest pê bikin.”
Ma vana hemû nebûn?
Di nava hefteyekê da vana hemû bûn. Pêvajoya çareseriyê rahma xwedê lê be. Serokkomar do bi rengekî resmî got, pêvajoya çareseriyê qediya ye. Got, “bi van ra çareserî nameşe.”
Tezkan di dawiya nivîsa xwe da dibêje:
”yanî AKP hat nuxteya MHPê.
Bahçelî û serokkomar, Bahçelî û serokwezîr eynî zimanî bikar tînin. Berdevkên MHPê û berdevkên hukûmetê eynî zimanî bikar tînin.
Bahçelî bang li dozgerê dadgeha bilind kir. Girtina HDPê jê xwest.
Serokkomar ji meclîsê xwest îmûnîteta(dokonulmazlixa)parlamenterên HDPê rake. Ji dozgeran ra got wezîfa xwe bikin.
Ma ferqeke heye?
Di vê nabênê da herdu partiyan jî HDP ji bo xwe kirin textê nîşanê.
Ji bo koalîsyoneke AKPê û MHPê zemîn hatiye xweskirin.”
Texmîneke maqûl e. Ji ber ku hedefa Erdogan îktadareke bi tena serê xwe ye. Heger hilbijartineke zû, pêşwext îktîdara AKPê bi xwe ra neyene bêguman Erdogan naçe hilbijartinan. Ewê bi MHPê ra bi hawakî li hev bike û meselê heta demekê bi vî rengî îdare bike. Di vê nabêna da ewê li rê û taktîkên rayên xwe zêde bikin bigere. Roja dîtin rayên wan zêde bûye û ewê bi tena sere xwe werin ser hukim, ewê herin hilbijartinan.
Lê helbet ev hesabê Erdogan û Davutoglu ye, îcar ev hesab ewê çiqasî bigre ew jî tiştekî din e.
Di vê nabênê da li ser girtina HDPê û cezakirina hin parlamenterên wê jî serok û aqilmendên AKPê û MHPê ewê bi hev bişêwirin û li riyeke herî bêzirar bigerin.
Hedefa AKPê û MHPê, di hilbijartineke din da HDP û kurd bi vê hêzê, bi vê hejmarê nekevin parlamentoyê.
Hêvî dikim parlamentoyê ji bin da li kurdan yasax bikin. Tiştekî wiha ewê baştir be.
Jixwe di parlamentoyê da tu tesîr û roleke kurdan tuneye, di hebûna wan da tu feyedeyeke siyasî û netewî tuneye. Tenê nav û propaganedeya demokrasiya tirka ye.
Loma jî bi dîtina min di bin van şertan kurd di parlamenteoya tirk da tunebin baştir e.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE