20 juli 2015

Berpirsiyarê qetlîama Sirûcê hukûmeta AKPê ye


Qatil û terorîstên Daîşê û çeteyên dewleta tirk îro li Sirûcê qetlîameke mezin kirin. Ev qetlîama Sirûcê  bi emrê hukûmeta AKPê bûye. Berpirsiyarê qetlîamê Erdogan, Davutoglu, wezîrê karûbarûn hundur û serokê MITê Hakan Fîdan e.  28 xortên weka zêr bi destûra dewleta tirk bi rengekî hovana hatin qetilkirin. Bi sedan birîndarên giran hene. Destê Davutoglu û Erdogan û Fîdan di vê xwîna xortan da heye.
Tiştê balkêş di qetlîamê da yek pûlisê resmî û svîl nemiriye û birîndar nebûye. Ev jî tê wê maneyê haya emniyetê ji qetlîamê heye û lema jî pûlis û ajanên xwe ji ciyê qetlîamê dûr xistine. Û mesela întîxarê jî vir e, bombe di binê erdê da bûye, zarok bi zanetî li ser bombeyê kom kirine. Yanî sedîsed tiliya pûlis û MITê di qetlîamê da heye. Dixwazin bi vê qetlîamê argumenta îşxala Kurdistana rojava bidest xin, dixwazin rê li ber "xweseriya" kurd bigrin. Ev qetlîam tenê bi kêrê vê armanca Erdogan tê...
Jixwe Daîş bêyî destûra dewleta tirk û agahiya MITê qetlîameke wiha nake, nikane bike.
Daîş li Sûriyê jî û li Tirkiyê jî hêzeke girêdayî Tirkiyê ye, bi emrê Tirkiyê êrîşî kurdan dike. Ji bo ku li dijî kurdan şer bike ji teref Tirkiyê ve hatiye sazkirin.
Hukûmeta AKPê ji bo ku bi artêşa xwe li hemberî kurdan şer neke Daîş çêkir, da çêkrin û berra bedena kurdan da.
Loma jî şerê Daîş li hemberî kurdan dike, qetlîama îro Daîşê li Sirûcê kir şerê Tirkiye ye.
Hukûmeta AKPê Tirkiye kiriye cineta Daîşê. Riha, Axceqele, Entab, Serêkaniyê, Wêranşar bûne mekeza Daîşê, bi hezaran qatilên Daîşê li van bajaran di bin hîmaya dewleta tirk da êrîşî kurdan dikin.
Tirkiyê  bi riya MITê ji seranserê cîhanê bi hezaran qatil ji Daîşê ra li Tirkiyê top kirin û perwerde kirin.
Tirkiye ji alîkariyên îstîxbaratî û leşkerî bigre heta bi alîkariyên lojîstîk, her alîkariyê bi Daîşê ra dike. Bêyî piştgirî û alîkariya dewleta tirk Daîşê nikane li Sûriyê û li Îraqê hebûna xwe bidomîne. Hebûna Daîşê bi xêra piştgiriya Tirkiyê ye. Û ev hevalbendî û alîkariya Tirkiyê êdî ji alî hemû dinyayê ve jî tê zanîn. Di vî warî da êdî şika kesî tuneye. Emerîka û Ewrûpa bi israr dixwazin Tirkiye alîkariya ji ser Daîşê qut bike, lê Tirkiye nake.
Li hemberî vê terora dewleta tirk çare dibê kurdên herçar perçên Kurdistanê di her warî da hêz û îmkanên xwe bikin û bi hev ra li hemberî faşîzma hukûmeta AKPê micadelê bidin. Wekî din tu rê tuneye, ”aştî, çareserî” vir e, xapandin e. Çareseriya, aştiya Erdogan û Davutoglu pêşkêşî kurdan dikin teror û qetlîam in, têkbirina PKKê, PYDê û şikandina qazanc û şoreşa Kurdistana rojava ye.
Dibê PKK êdî bi virên AKPê nexape, dev ji projeya ”tirkîtiyê” berde û destê biratiyê û hevkariyê dirêjî hemû kurdan bike û li gorî îmkanên xwe micadela xwe ya ji bo azadî û serxwebûnê bidomîne…
Dibê em baş bizanin heta ku kurd bindest bin, heta dewleta tirk hebûna miletê kurd qebûl neke, mafê kurdan yên netewî nede qetlîamên bi vî rengî ewê berdewam bin. Çimkî Erdogan çareseriya mesela kurd ne di dana mafên kurdan da, di terorê û qetlîaman da dibîne. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE