15 juli 2015

Dema meriv ne jîr be xelk meriv dixapîne

Endamê komîteya birêveber yê PKKê Murad Karayilan, di telewîzyona IMCê da gotiye, ”em bi sozên hikûmeta AKPê xapiyan, divê me ev yek zû bidîta.”
Murad Karayilan, li ser agirbest û vekişîna gerîla ji Tirkiyê gotiye, ”Hikûmeta AKPê soz dabû ewê guhertinên qanûnî û Destûrî bikin, lema jî me şer da sekinand û me ji Kurdistana bakur dest bi vekişandina gerîla kir. Lê heta niha hikûmetê tiştek nekiriye û tu gav jî neavêtiye. Em li bendê bûn di meha hezîrana 2013a da hin gavan bavêjin. Lê tiştekî wisa nekirin. Me di meha îlonê da vekişandina gerîla da sekinandin. Dibê me ev lîstika AKPê zûtir fêm bikira, me safîtî kir û em xwe rexne dikin.”
Ev îtîraf û xwerexnekirin heger tecrûbe jê were girtin gaveke baş e, pozîtîf e.
Dibê em kurd ji bîr nekin ev dewlet ji destpêkê da bi dek û dolaban û bi xapandina kurdan ava bûye.
Û ev nêzî sed salî ye mêrikan eynî siyasetê dimeşînin, kurdan geh dixapînin, geh zindan dikin û geh jî dikujin.
Bi kurtî heta nuha tim yê xapiyan e, yên hatine lîstikê em in. Maneya xwe em nezan in, em ji xapandinê ra misaîd in.
Meriv carê xapiya dibê cara duyem û sêyem nexape. Lê em dixapin û him jî gelek caran.
Dibê meriv bi tu hawî ji soz û ahdên dewletan bawer neke. Ji ber ku dema dewlet soza xwe neyne cî meriv nikane cezakî bidê, mecbûrî qebûlkirinê bike.
Lema jî dibê meriv peymanan ne li ser esasê sozên devkî, bi peymanên, bi protokolên nivîskî bike. Bike belge û wesîqe. Dibê hêzeke, aliyekî sêyem jî di nabênê da hebe. Ji bo ku aliyeke nikanibe soza xwe înkar bike.
Nuha hukûmeta AKPê û Erdogan dikane bibêjin me sozeke wiha nedaye. Dema wiha got, Karayilan ewê çawa îspat bike ku hukûmeta AKPê sozeke wiha daye?
Nikane îspat bike, ji ber ku kes di ortan wan da heye û ne jî belgeyeke nivîskî tuneye, hetişt bi devikî ye. Ê dema meriv bi dewletan ra bi devkî li hev kir, netîce wiha ye…
Hêvî dikim ev xapandina dawî be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE