09 juli 2015

Dewleta çete

Çeteyên dewleta tirk do bi şev jî li Stenbolê êrîş birine ser konsolosxaneya Taylandê. Li dora 100-200 çete derî û paçeyên konsolosxaneyê bi kevir û daran şikandine û ketine hundur. Li hundur hemû klasor, dokuman û çiqas tişt hene hemû tar û mar kirine û avêtine kuçê. Ala Taylandê daxistine û Ala Tirk hildane.
Di dema êrîşa çeteyan da pûlisekî tirk jî li wan deran xuya nebûye, konsolosxane neparastine.
Ceteyên dewletê bi kêfa dilê xwe konsolosxane tarûmar kirin û dû ra jî bizilxit, bi kêf û şahî û bi tekbîrên ”Alahu ekber, Alahu ekber” belav bûne.
Dewleta tirk heta nuha gelek caran wiha kiriye. Di 6-7ê îlona sala 1955a da li Stenbolê û li hin bajarên din li hemberî rûman, ermeniyan û cuhuyan jî eynî tişt kirin. Wek nuha dîsa bi hezaran çete, sûtal û pêxwasên kuçeyan ji vir û ji wir top kirin, bi kamyonan birin Stenbolê û dû ra jî bi koordîne û bi program wek gurên har avêtin ser mal û dikanên xelkê û dest bi talankirnê kirin. Bi hezaran mal, dikan, fabrîqe, dêr şewitandin.
Bi dehan însan kuştin, bi sedan birîndar kirin, tecewizî bi sedan jinan kirin. Û dû ra jî bi milyonan rûm reviyan Yûnanîstanê û dewleta tirk jî li ser mal û milkê wan rûnişt û li çeteyên xwe belav kir.
Yanî vana kûçikên nêçîrê ne, xwediyên wan hene, ew hayî kûçikên xwe dikin, ew kûçikên xwe berra xelkê didin.
Ev dewlet bi destê çeteyan ava bû û hîn û hîn jî ji alï çeteyan û bi metodên mafîayê tê îdarekirin.
Sefaretxaneya wealtekî tê talankirin, şewitandin lê pûlisek jî xuya nebe û yek êrîşkar jî nayê girtin.
Maneya xwe êrîş bi destê dewletê hatiye kirin. Di vê da destûra hukûmetê jî heye. Heger kurdan tiştekî wiha kiriba nuha çend kuştî bi dehan jî girtî hebûn.

XXX


Tirkiye ji bo ku li Sûriyê û li Îraqê li hemberî kurdan şer bikin ji dinyayê qatil û terorîstan bi pera top dike.
Serokê îstîxbarata serfermandariya Tirkiyê yê berê Hakki Pekîn gotiye MITê bi generalekî xaneşîn(emeklî, teqawit) şîrketek ava kiriye û bi riya vê şîrketê ji her dera cîhanê bi peran terorîstên dîndar top dike û dişîne ji Daîşê û El Nusrayê ra. Qeterê jî ji bo vî karî li Tirkiyê şîrketeke naylon vekirî ye û ev şîrket jî eynî karî dike.
Yanî Tirkiye terorîstan îxracî Sûriyê û Îraqê dike, ji bo ku li hemberî kurdan şer bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE