25 juli 2015

Êdî bes e ji vê zulmê ra!


Bi qasî ku xuya dike Erdogan û Davutoglu dîsa emrê operasyonan, emrê girtin, binçavkirin û terorîzekirina kurdan dane.
Ji alîkî da dikujin, didin kuştin û ji alîkî da jî digrin û terrorize dikin.
Ji ber ku xurt in, ji ber ku dewleta wan heye, ji ber ku kanin bi me, vê zulmê li me û li zarokên me dikin..
Ev sê roj in li Tirkiyê û li Kurdistanê li hemberî kurdan wek wê sala 2009a dîsa dest bi tewqîfateke pir mezin kirine.
Li Anqerê, Stenbolê, Îzmîrê, Edenê, Bedlîsê, Sirûcê, Wêranşarê, Serêkaniyê, Mêrsînê, Bûrsayê, Şirnexê, Hezex, Îdirê, Wanê, Mêrdînê, Amed, Bismil, Entab û Elezîze girtine ser gelek malan û bi sedan kes girtin bin çavan.
Diyar e di civîna pêr û do da biryara van operasyonên zulmê û çavsoriyê girtine.
Ji ber ku dewlet ya wan e.
Ji ber ku pûlis û leşkerên wan hene.
Ji ber ku kanin zulmê li me û li zorêk me bikin, her roj bi berbanga sibê ra wek çeteyên çavsorî digrin ser malên me û li ber çavê dê û bavên wan destên zarokên me li kelemçeyan dixin, heqaretê li wan dikin û bi xurûra gelê me dilîzin.
Ji Qaramanê, Yozgatê, Samsûnê, Rîzeyê û Konyayê wek biyanî tên li welatê me, li bajarê me, di malên me da, li ber çavên dê û bavên wan bi qurretî û çavsoriyeke mezin li hustuyên zarokên me siwar dibin û destên wan li paş pişta wan kelepçe dixin.
Hin dayikên zarokên me ji ber ku bi tirkî nizanin, nikanin ji van zalim û kurên zaliman ra ya dilê xwe jî bibêjin, nikanin bibêjin çima hûn zarokên me digrin, çi heqê we heye hûn vê zulmê li me bikin?
Hûn tirk in û em jî kurd in, çi karê we li bajarê me û di mala me da heye?
Tiştê pûlisên tirk li kurdan dike zulm û heqareteke mezin e. Tu mafekî wan tuneye werin di mala me da vê zulmê li me bikin.
Bûlgar ya jî miletekî din here eynî zulmê li tirkan bikin ma tirk ewê çi his bikin û çi bibêjin?
Bi vê zulm û terora xwe vê dewletê psîkolojiya miletê kurd xera kiriye, piraniya însanên me seqet in, psîkolojiya kesî ne temam e. Şexsiyet bi kesî ra nehîştine, gav û saetê xurûr û şexsiyeta însanên me dipelçiqînin.
Li ber çavê dê û bavê heqaretê li zarok û li ber çavê zarok jî heqaretê li dê û bavê wan dikin. Ev zulm e û ne însaniyetî ye
Hemû parlamenterên HDPê, hemû siyasetmedar û saziyên kurdan dibê bi hev ra li hemberî vê terora dewleta rirk, vê zulma Davutoglu û Erdogan tiştekî bikin, bi milyonan dakevin kolanan û vê terora kêfî protesto bikin.
Wêranşar, rismê zulma dewleta tirk. Ev awir gelek tişt dibêje.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE