13 juli 2015

Em şehîd Dr. Qasimlo ji bîr nakin



Îro ji bo miletê kurd rojeke reş e. Kurdperwerê mezin û serokê PDK-Îranê Dr. Abdurehman Qasimlo û du hevalên wî,(Dr. Fazil Resûl û Ebdulah Qadirî) 26 sal berê di 13ê temûza 1989a da li paytexta Awusturya li Wîynayê ji alî qatilên rejima terorîst ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi hovîtî û bêbextiyeke mezin hatin qetilkirin.

Bi qetilkirina Dr. Qasimlo û herdu hevalên wî, rejîma Îranê derbeyeke mezin li PDK-a Îranê û li tevgera kurd ya netewî ya Kurdistana rojhilat xist.

Şehadeta Dr. Abdurehman Qasimlo ji bo tevgera kurd ya herçar perçeyên Kurdistanê jî wendakirineke pir mezin e. Dr. Qasimlo, li cîhanê ji bo hemû kurdan nûnerekî bêemsal û yekta bû. Lema jî bi vê cînayetê rejîma komara îslamî ya terorîst darbeyeke mezin li hemû kurdan da.

Di ser şehadeta Dr.Qasimlo ra 26 sal derbas bûn, lê dewleta Awusturya hîn jî ev cînayeta hov eşkere nekiriye, qatil û alîkarê wî negirtine û cezayê misteheq nedaye wan.

Dr. Qasimlo ne tenê serokê PDK-ê bû, ew serok û rêberekî miletê kurd yê gelkî hêja bû. Û ji xwe ji ber vê yekê jî ew bû hedefa guleyên qatilên rejîma Komra Îslamî ya Îranê ya terorîst.

Gelê kurd Dr. Qasimlo û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nake, di dilê miletê kurd da ew şehîdên nemir in...
Kurd, heyfa bav û kalên xwe û hemû şehîdên doza Kurdistanê bi avakirina Kurdistaneke serbixwe ewê ji hemû dijminên xwe bigrin...
Em dizanin, qatilên rejîmên dijminên me pir in, loma jî ew dikanin me bikujin, lê ewê tu carî nikanibin rê li ber avabûna Kurdistanê bigrin...

Ez şehîd Dr. Qasimlo û herdu hevalên wî û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim. Ewê tim di dilê me bijîn. Dr. Qasimlo û hemû şehîdên doza Kurdistanê nemir in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE