08 juli 2015

Erdogan Daîşê li hembrî kurdan reorganîze dike



Tê gotin ku Tirkiye îcar jî dixwaze tirkmenan li hemberî kurdan biceribîne. Tiştê bi Daîşê bi dest nexistin, dixwazin bi tirkmenan bi dest xin.
Piştî ku Daîş li Girê Spî jî şikest Erdogan û Davutoglu dîn bûn û îcar dest avêtin karta tirkmenan. Xwedêgiravî nuha jî dixwazin ji tirkmenan hêzeke çekdar çêkin û îcar jî wan li hemberî kurdan biceribînin.
Lê navê tirkmenan manîpulasyon e, ji bo ku di bin navê tirkmenan da rehettir alîkariyê bi çeteyên Daîşê ra bikin.
Derew e, bi hezaran tirkmenên li hemberî kurdan şer bikin tunene, ”artêşa tirkmen” reorganîzasyona Daîşê ye.
Erdogan û Davutoglu dixwazin îcar jî di bin xêliya tirkmenan da alîkariya xwe ya bi Daîşê ra bidomînin.
Bi navê tirkmenan alîkariya bi Daîşê ra ewê gelkî hêsantir bibe. Ji ber ku alîkariya bi Daîşê ra êdî deşîfre bûye. Ji bo Erdoga û klîka wî, li der û li hundur bûye problem. Lema jî dixwazin nav, patentê biguherînin, beşekî Daîşê bikin tirkmen.
Yanî dixwazin Daîşê li hemberî kurdan reorganîze bikin. Tiştê dixwazin bi riya tirkmenan bikin ev e, dibê kurd ji nuha da vê plana Erdogan û Davutoglu îfşa bikin. Di bin navê tirkmenan da dîsa Daîş ewê li hemberî kurdan şer bike...

XXX
Serokê MHPê Devlet Bahçeliyê faşîst, li ser êrîşên gurûhên faşîst ser aşxaneyên cîniyan û ser hemû turîstên dişibin cîniyan gotiye, “vana zaokên xort in. Yek dide pêş û vana jî didin dû. Û ya din jî ma taybetiya yê koreyî û çînî ji hev digerîne çi ye? Çavên biçûk... Bala xwe danê çavên wan dişibin yên çîniyan. Ma çi ferq dike?”
Derbarê lînckirina însanan da, talakirina mal û milkê xelkê da serokê partiyeke legal Bahçelî, bi van gotinan êrîşan û êrîşkaran diparêze, dibêje “xort in, diçin keviran davêjin ji caman da û hin tiştên din dikin.... Bala xwe danê çavên wan dişibin yên çîniyan. Ma çi ferq dike?”
Maneya xwe ev êrîş hemû bi emrê Bahçelî dibin, çete û sûtalên MHPê bi emrê Bahçelî li vir û li wir wek gurên har êrîşê xelkê dikin û dikanan talan dikin.
Heger li Tirkiyê edalet hebûya, dozgerêkî bi namûs hebûya dibê piştî vê beyana Bahçelî di heqê wî û MHPê da doz vekira. Tiştê Bahçelî dibêje tahrîk û teşwîqa sûc e, diyar e wî emir daye çeteyên xwe, lema jï wan diparêze.
Jixwe di nava partiyeke wek MHPê faşîst da tiştên wiha bêyî emir nabe, êrîşên wiha bi emir û organîze dibe.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE