06 juli 2015

Erdogan dixwaze Daîşê ji têkçûnê xelas bike

Rojnamevan Fehîm Taştekîn di hevpeyvîna xwe ya di Rûdawê da gotiye, ”Bi dîtina min bi tehdîda herêma tampon Tirkiyê dixwaze rê li ber têkçûna mixalifên li bakurê Helebê kom bûne bigre. Ji ber ku ew hemû alîkariyên xwe yên lojîstîk ji Tirkiyê digrin. Hedefa Tirkiyê ya esasî ev e, nehêle muxalifên Esed têk biçin.”
Yanî Tirkiye dixwaze rê li ber têkçûna Daîşê bigre, têkeve wê herêmê ji bo ku him nehêle PYD pêşda here û him jî alîkariyê baştir bi Daîşê ra bike.
Netîce hemû planên Erdogan di eleyhê kurdan da û di lehê Daîşê da ye. Ew kîjan planê têxe dewrê, sînor derbas bike ya neke, hemû jî ji bo parastin û xurtkirina Daîşê ye. Çimkî Daîş wek beşekî artêşa tirk, li ser navê Tirkiyê li hemberî kurdan şer dike.

Sabahattin Korkmaz Kek Zinar pêşiya gotine "aqilê ji kîsî xelkê qeda lê keve!" Ev ne camêran hewqas aqilê wan heye çima ji bo xwe tiştekî nakin. Cumle "aqilmendên" tirk, derdê wan berhevdana kurda (di ser PKK-ê de) û AKP-ê ye. Bi vî awayî dixwazin ji herdû aliyan xelas bibin. Di vê pêvajoya ku li Başûr û Başûrê Piçûk kurd di nava şer û şertên man û nemanê de ne, ma karê aqil e ku li dijî Tirkiyê jî, cepheyekî şer vekin. Kak Zinar ez nizanim te bi çi mexsedê peyama li jor parvekir ye. Belê ez dizanim ku cumle xêrnexwazên tirk (ji kevneçepiya bigre heta ergenekoniyan) ji do ve dixwazin ku kurd (PKK/PYD) li hamberê hukumeta AKP-ê şer bikin. Tu bawer be vêya ji bo xêra kurda naxwazin. Aman haa! guh nedin dezenformasyonên wan. Îro li Başûr jî, li Başûrê Piçûk jî îhtiyaca kurda bi qasî nan û avê bi têkilî, dan û sitandin û hevkariya Tirkiyê heye. Û rastî û rasyonalîta jiyanê jî ev e. Tu bawer be do Perînçek û Y. Kuçuk çibûn îro vana jî ew in.



Zinarê Xamo Kekê Sabahattîn, dêmeg bi dîtina te gava meriv bibêje hukûemta AKPê û Erdogan hevalbendên Daîşê ne aqilê meriv ne ji kîsê meriv e, ji kîsê xelkê ye!
Keko, weleh tu çi navî li vî aqilî dike lêke, lê aqilê min ji roja Daîş derketiye û bela xwe di kurdan daye ev aqil e û min gelek caran jî gotiye.
Bi dîtina min bo ku meriv bizanibe hukûmta AKPê, dewleta tirk û klîka Davutoglu û Erdogan dilxwaz û hevalbendên Dîşê ne, ji bo ku Daîş li hemberî kurdan bi ser keve çi ji destê wan hatiye kirine bibîne ne hewceyî aqilê kesî ye.
Ma şika te ji alîkariya AKPê ya bi Daîşê ra heye ezbenî?
Birayê ezîz, tu qala kîjan ”dezenformasyonanê” dikî?
Her tişt eyan beyan li ortê ye. Beyanên Erdogan li ortê ne, siyaseta AKPê li ortê ye. Tirkiye bûye şargeha qatilên Daîşê. Ma cenabê te di vî warî da hîn xwedî şik e?
Keko, kurdan heta nuha ne dijminatî bi Tirkiyê ra kirine, û ne jî tu cephe li hembrî Tirkiyê vekirne. Yê bela xwe di kurdan dide, yê çeteyan rêdike ser wan, yê dibêje emê nehêlin dewleta kurd ava bibe, yê dibêje PYD ji Daîşê tahlûektir e hukûmeta AKPê ye, Erdogan e.
Ji bo ku dev ji alîkariya Daîşê berdin PYD her roj li ber Davutoglu û Erdogan digerin. Lê ew qebûl nakin. Ew ji kurdan û PYDê ra dibêjin em qebûl nakin hûn bibin xwed û maf û deshilat.
Yanî PYD li hemberî Tirkyê û AKPê heta tu bixwazî siyaseteke ”rasyonal” dimeşîne. Û heta bi îdîa vê ”rasyoneliyê” PKKê, BDP fesih kir û partiya Tirkiyê HDP ava kir, dev ji doza dewletê û Kurdistana serbixwe berda.
Lê dîsa jî pere nekir û nake. Tirkiye ji me ra dibêje, do çawa bû dibê îro jî wisa be, dibê kurd li Tirkiyê jî û li Sûriyê jî dîsa wek berê bindest bimînin. Dîtina AKPê jî û ya Perînçek û Kuçik jî ev e.
Ma gelo di vir da ez şaş difikirim?
Yanî problem ne ji kurdan da, ji siyaseta tirk ya nasyonalîst da ye. Ji panturkîstiya Erdpgan û Davutoglu da ye; dibê kurd li derê azad nebin.
Ma dibê meriv vê rastiyê nebêje ya jî nebîne?
Yanî ne AKP û ne jî PKK û PYD zarok in û nayên lîstika tu kesî. AKP, dewleta tirk îdare dike, wek hemû partiyên din ew jî kemalîzmê, siyaset û îdeolojiya dewkletê ya resmî diparêze, dixwaze li Kurdisdistana rojava jî kurd rizgar nebin, nebin xwedî desthilat; ji bo ku zewal negihîje îşxala wan ya hundur.
Loma nahêlin kurd li Sûriyê bibin xwedî maf, loma qatilên Daîşê berra pêsîra kurdan didin. Loma dixwazim herêmeke tampon ava bikin.
Ya din, ez bi xwe di mesela kurd û Kurdistanê da di nabêna Erdogan, Davutoglu û Yalçin Kuçik û Dogu Perînçek da tu ferqê nabînim. Armanc û siyaseta hemûyan jî bindestmayina kurdên bakur û li tu beşekî Kurdistanê rizgarnebûna kurda ye. AKP jî di nav da, di vî warî da hemû partiyên tirk hemfikir in...
Jixwe AKP dewleta tirk îdare dike, serfermandarê hêzên îşxala li Kurdistanê Erdogan e. Ma ewê çawa ji Kuçuk û Perînçek baştir be?
Birayê ezîz, ji roja Daîşê bela xwe di kurdan daye û heta îro bi sedan car min gotiye hukûmeta AKPê piştgiriya Daîşê dike. Bi dîtina min êrîşa ser Şengalê jî û ya ser Kobanê jî bi daxwaz û piştgiriya Tirkiyê bû. Û min ev fikrê xwe gelek caran aniye zimên.
Û di vêi nivîsa xwe da jî min gotiye ”hemû planên Erdogan di eleyhê kurdan da û di lehê Daîşê da ye. Ew kîjan planê têxe dewrê, sînor derbas bike ya neke, hemû jî ji bo parastin û xurtkirina Daîşê ye. Çimkî Daîş wek beşekî artêşa tirk, li ser navê Tirkiyê li hemberî kurdan şer dike.”
Îcar tu van dîtinên min çi navî lê dikî tu bi qîma xwe yî. Malê min ev e….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE