27 juli 2015

Erdogan û Davutoglu bi agir dilîzin


Bi operasyonên ser kurdan, bi êrîşên ser meqerên PKKê, bi qutkirina ”diyaloga aştiyê” û destpêkirina şer dewleta tirk şaşiyê dike, klîka Erdogan-Davutoglu şaşiyê dike.
Şer çawa ku heta nuha mesela kurd çareser nekir, ji nuha û pêda jî nake.
Ev rê ev 32 sal in hat ceribandin, dewleta tirk gelek caran xwest mesela kurd bi tewqîfatan, bi terorê û operasyonên leşkerî çareser bike.
Lê ev hewildan hercar şaş û vala derket. Ceribandina vê riyê careke din şaş e û felaket e. Tiştê bi xwe ra bîne dîsa xwîn û hêsirên dayikan e.
Dewleta tirk bi terorê, bi girtin û kuştinê û bi şer nikane miletê kurd teslîm bigre û mesela kurd biqedîne.
Ev xeyaleke vala û tahlûk ye.
Çare, riya rast dibê klîka Erdogan- Davutoglu dev ji xeyala ”zafera” bi şer berdin û vegerin ser masê, dev ji taktîkên xapandinê berdin û mafê kurdan bidin.
Ev şer, şerê Erdogan e, bêyî klîka Erdogan û Davutoglu kes şer naxwaze.
Erdogan ji bo ku îktîdara xesp kiriye ji dest xwe bernede şer dixwaze.
Dibê siyasetmedarên tirk, birêvebirên dewletê vê rastiyê bibînin û rê li ber klîka Erdogan-Davutoglu ya şerxwaz bigrin.

Klîka Erdogan-Davutoglu gihîştina ajans û sîteyên wek ANFê, BasNewsê, DÎHA, Rûdawê û Kurdînfoyê û belkî jî gelek malperên din jî ev sê roj in li Tirkiyê asteng kirine, xwendevan nikanin xwe bigihînin ajans, sîte û malperan.
Ji bo ku kes derewên wan dernexe, ji bo ku kes siyaseta wan ya êrîşkar û şerxwaz rexne neke, ji bo ku medya borozaniya wan dike tenê bi derewan serê milete bişo hemû çavkaniyên nûçeyan yên muxalif asteng kirine.
Dîkatator wiha ne, dixwazin dengê wan tenê derkeve…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE