08 juli 2015

Gava dest pir bin kar sivik dibe

Esas li Tirkiyê du riyên çareseriya mesela kurd hene, ya dewleta tirk di her warî da ewê bibe dewleta kurd û tirkan, bi rengekî federalî bi hev ra bijîn ya jî kurd ewê veqetin û dewleta xwe ava bikin. Tu riyên din meselê ji kok da çareser nakin. Dibê kurd bibin xwediyên welatê xwe û xwe îdare bikin. Ev yek mafê miletê kurd e û dibê her siyasetmedar vî mafê gelê xwe bi dengekî bilind tim bîne zimên.

XXX
Tiştê min fêm kiriye, ya emê bibin yek ya jî dijmin ewê me bikuje yek bi yek. Kurdê ev rastî fêm nekirye ya nêtxerab e ya jî ehmeq e ehmeq.

XXX
Hatina ba hev destpêk e, bihevraman pêşketin e, xebata bi hev ra serketin e.
///Henry Ford
Me hîn qonaxa pêşî neqedandiye. Lema ji me ra hîn pir lazim e.

XXX
-Gava dest pir bin kar sivik dibe-
Gotina pêşiyên Îngilîzan

XXX
Dibê em hêza xwe ne ji bo xirecirê, ji bo yekîtiyê serf bikin.
Malcolm X
Kurd halîhazir eksê wê dikin. Lema jî serketin pir dûr e.

XXX
Milet bi hevkarî û yekîtiyê dibe milet, dibe xwedî dewlet. Miletê yekîtiya xwe çênekiribe, perçeperçeyî be nikane ji bindestiyê rizgar bibe. Miletên yekîtiya xwe ya netewî çêkrin xelas bûn û dewletên xwe ava kirin. Û miletên yekîtiya xwe çênekirin wek me kurdan man bindest. Lê siyasetmedarên me hîn û hîn jî girîngiya yekîtiyê fêm nekirine. Heger fêm kiribûna ewê nuha yekîtiya me hebûya...




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE