03 juli 2015

Gava exlaq û şerm nemîne !

Li Swêd, Federasyona Îmamên Swêd heye. Vê federasyonê ji dewletê 416 hezar kron(43 hezar Ewro)girtiye ji bo ku li Swêd îslamîfobiyê û rasîsmê kêm bike.
Melpereke vê Federasyona îmaman jî heye. Berpirsiyarê malperê erbekî bi navê Abo Raad e. Riya wî hirinekê dirêj e.
Di vê malpera îmaman da ku ji dewletê 43 hezar Ewro alîkarî girtiye ji bo ku li dijî rasîzmê û îslamîfobiyê bixbete. Û hezkirinê, wekheviyê û înformasyonê di nava însanan da belav bike, di heqê swêdiyan û kesên ne misliman da van şîret û temiyên li jêr li misilmanan kiriye:
-Dibê muslimanek nebe havalê kafiran û ji wan hez neke.
-Dibê muslimanek di civata kafiran da rûnene û nebe endamê partiyên kafiran, jimara wan zêde neke, nebe hemwelatiyê wan û nasnameya kafiran negre(bêyî cara hewce be).
Dibê misilmanek leşkeriya kafiran neke, alîakriya pêşketina wan û ya çekên wan neke.
-Dibê misilmanek kincê kafiran û şiklê wan texlît neke. Texlît îşareta evîna wî şexsî ya jî ya wî gelî ye.
Mêrik him 43 hezar Ewro yê xwe girtiye û him jî vê bêbextiyê bi civata swêd ra dike, him jî vê kîn û nefretê, vê jahriyê enjekteyî mejiyê xortên misilman dike.
Ev xebîs ji kîsê swêdiyan dixxwe, vedixwe, di xaniyekî luks da dijî, hemû hewcedariyên wî ji alî dewleta Swêd ve tê temînkirin, lê dîsa jî bi kîn û nefretê li civta swêd dinêre, dîsa jî ji swêdiyan ra dibêje ”kafir” û wan dixapîne. Him perê wan digre û debara xwe bi wan dike û him jî neyartiya wan dike.
Exlaq di bin sifirê da ye…
“Kafirek”(!) tu carî bêxlaqiyeke wiha nake, ancax îmamek û dîndarekî misilman tiştekî wiha bike. Him li ser kîsê civavata “kafiran” bijî û him jî neyartiya wan bike, bibêje vana kafir in, bi wan ra hevaltiyê neke.
Însaneke ancax hewqasî dikane adî be!
Ji bo ku pera ji “kafiran” bigre, hezar û yek derewê û sextekariyê dike, xwe ji wan ra dike erd û dû ra jî çi ye çi ye ez musilman im, “allahu ekber…”!
Çiqasî şerm e, exlaq, şexsiyet sifir…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE