06 juli 2015

Gurên dewleta tirk bi şaşî xwestin turîstên koreyî lînc bikin!



Gurên Develet Bahçelî yên devbixwîn ji bo ku heyfa tirkên uygur ji çîniyan bigrin ev çend roj in li Stenbolê derketine nêçîra turîstên çînê. Stenbol sero binî hev kirin lê çînî nedîtin.
Axirê dawiya dawî li Tophaneyê aşaxaneyeke bi tabeleya xwarinên çîniyan bi çavên wan ket û bi zûrîn êrîş birin ser, aşxane tarûmar kirin, hoste, karkir hemû birîndar kirin.
Lê dû ra derket ortê ku... xwediyê aşxanê ne çînî, tirkê uygur e û hoste jî yekî tirk e.
Îro jî li Sultanahmedê grûbek turîstên durfê çîniyan bi wan dikve dibînin û dîsa bû zûrzûre û bi ”alahuekber” û ”tirk mezin ” e êrîş birine ser turîstan û wek gurên har bi wan ketine.
Turîstên reben fêm nekirine çi mesele ye, çima li wan dixin. Piştî ku gelek kes birîndar kirine pûliê tirk yê qehreman hatine, ketin nabênê û gotin yaho vana ne çînî ne, vana koreyî ne.
Serkê wan gotiye, weleh me nizanîbû, durfê çîniyan bi wan diket, lema me got qey çînî ne…
Lê hasil çûbû mûsil, gelek koreyê kût û seqet kiribûn.
Rojname dinivîsîne, dibêje dema li koreyiyan dixistin, keçikeke koreyî bi qîrîn û bi hawar digot, “em ne çînî ne, em koreyî ne”, lê ji ber ku bi îngilîzî nizanin fêm nedikrin, wan lêdana xwe didomand.
Ji bo ku careke din şaşiyê nekin û bêtir zirarê nedin MHPê û miletê tirk yê qehreman û pêlewan û pir medenî û pir pêşketî, dest bi kontrola pasaportan kirine. Kîjan turîstê durfê çîniyan pê dikve sekinandine û pasaport jê xwestine.
Lê turîstan pasaportên xwe nedane. Li ser vê gotine yê pasarporta xwe nede maneya xwe çînî ye û dîsa dest bi lêdanê kirine.
Bi vî hawî gelek turîstên japonî, filîpînî, kirgiz, koreyî, wîetnamî, kampoçî yanî durfê çîniyan bi kê ketiye baş kutane û bi yekê jî mezinayî û medeniyeta miletê tirk nîşanî cîhanê dane !
Dibêjin nuha li Stenbolê turîstên durfên çîniyan bi wan dikve kes newêre ji otêlên xwe derkeve. Hewil didin rojekê berî rojekê ji Tirkiyê birevin.
Ez ji we ra bibêjim, ewê nuha li Ewrûpayê jî eynî tiştî bikin, bi navê Xwedê hemû çînî û kî bişibe çîniyan çû ji wan de. Dibê çînî baş li xwe miqate bin, gur gur e, li ku be jî heywanekî pîs e, dirinde ye û pir zirar e…
Dibê cîhan û Çîn bibînin bê kurd li hemberî qewmekî çiqasî hov û barbar, çiqasî ji medeniyetê bêpar şerekî man û nemanê didin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE