28 juli 2015

Heta Erdogan sax be tu koalîsyon çê nebe !



Her çiqas di nabêna AKPê û CHPê da ji bo koalîsyonekê hevdîtin berdewam bin jî lê ji van hevdîtinan ewê tu netîce dernekev û tu koalîsyon çê nebe.
Hevdîtin û muzakereyên ji bo koalîsyonê lîstika Erdogan e, ji bo haziriyên hilbijartineke pêşwext borandina wextê ye. Ji bo ku AKP bi tena serê xwe careke din were ser hukim dibê hin hazirî werin kirin, dibê zemîn baş were amadekirin. Erdogan nuha vê zemïnê amade dike.
AKP û MHP dixwazin îcar bêyî HDPê herin hilbijartinan, ya jî HDPê bi temamî ji hêz da bixînin, bînin nuexteya barajê derbas neke.
Nuha li rê metodên vê digerin. Ji bo ku HDP ji îktîdara Erdogan ya bi tenê ra nebe asteng klîka Erdogan-Davutoglu tu dînîtiya neke tuneye.
Loma jî wer xuya ye koalîsyon, mialîsyon çê nabe.
Ji ber ku Erdogan naxwaze.
Edrogan dixwaze AKP dîsa bi tena serê xwe bibe îktîdar.
Û ji bo vê yekê jî dikane herbê jî derxe û bi hezaran însanan jî bide kuştin.
Û ewê bikin jî…
Yanî buhayê wê çi dibe bira bibe Erdogan bi rehetî îktîdarê ji dest xwe bernade, bi kesî ra parve nake.
Jixwe nuha xesba îktîdarê heye, AKP bi darê zorê, bêqanûnî îktîdarê nade û gelek karên bêqanûnî dike.
Di hilbijartinên pêşwext da problema wan HDP ye, ditirsin HDP careke din barajê derbas bike, heta rêjeyeke zêdetir bigre.
Ji bo ku vê tahlûkeya HDPê berteraf bikin du palnên Erdogan-Davutoglu hene. Ji planan yek, ewê HDPê bi gelek riyan basko bikin, zeîf bixin. Ji bo vê jî gelek plan amade kirine..
Bi qasî ku xuya ye hetanî dema hilbijartinan ji alîkî da ewê bi operasyon û êrîşên ser PKKê, PYDê, Kurdistana rojava û HDPê, PKKê tahrîk bikin, bûyeran derxin, kuştinan çêkin. Leşkeran, pûlisan û sivîlan bikujin û bidin kuştin. Ji bo ku PKK jî bersîvê bide.
Bi vê terora plankirî di civatê da kaosekê çê kin û HDPê jî mesûl û musebîbî vê yekê nîşan bidin.
Wisa bawer dikin ev yek ewê HDPê zeîf bixe, ewê kurdên dîndar jê dûr bixe û têxe binê barajê.
Li alî din helbet ewê hemû îmkanên dewletê jî bikar bînin, pereyekî mezin birjînin, her hîleya mimkûn û her zorbatiyê jî bikin.
Di vî warî da her roj ankêtan çê dikin. Lê hemû anket jî dibêjin HDP ewê dîsa barajê derbas bike û heta dikane rayên xwe hinekî din jî zêde bike.
Lema jî di vî warî da hîn biryara xwe nedane. Dixwazin têkçûna HDPê sedîsed garantî bikin.
Heger ev nebe, îhtîmala din tew HDPê ji bin da bigrin û bêyî HDP herin hilbijartinan.
MHP jî jixwe piştgiriya vê yekê dike.
Wa ye Erdogan jî îro sinyala girtina HDPê daye, gotiye dibê her tirk di heqê HDPê da çi zane teslîmî berpirsiyaran bikin. Û dû ra jî wiha emir daye dadgehan û meclîsê:
"Ez girtina partiyan rast nabînim. Lê belê ez dibêjim dibê bepirsiyarên vê partiyê(HDPê) bedela vî îşî bidin. Yek bi yek, şex bi şex...
Dibê meriv zirxa îmunîtetê(dokûnûlmazlixê)ji vana bike. Yên rêxistina terorê ji bo xwe wek piştê dibînin, yên dibêjin em pişta xwe dispêrin vira û wira, dibê bedela van gotinên xwe bidin. Birêvebir, aktor pir muhîm in. Dibê em kesên berpirsiyar mesûl bigrin. Micadela bi dezgehan(partiyan, tuzel kîşî)ra bêmane ye. Dibê parlamneto nirxandinke pêwîst bike, wan ji zirxa dokunulmazlixê dûr bixe. Tu bi rêxistina terorê ra îş dikî, wê demê tu yê bedelê vê bidî. Dibê em vî bedelî bi wan bidin dayin."
Yanî wiha ya jî wiha, netîce tirk dixwazin kurdan ji meclîsê bavêjin û di hilbijartineke din jî nehêlin têkevin meclîsê…
Netîce, projeya ”tirkiyebûnê” jî têr nake, tirk viya jî qebûl nakin, dibêjin gerek hûn bibin tirk û weselam…
Dema HDP girtin ya jî bi zor nehîştin têkve meclîsê, dibê meriv çi bike?
Bi dîtina min dibê PKK ebediyen dev ji projeya ”tirkiyebûnê” û ”partiya Tirkiyê” berde û şîara serxwebûnê, şîara dewleteke kurd bilind bike.
Tirk bêyî bindestiyê û tirkbûnê tu jiyaneke din layiqî me kurdan nabînin. Dibê PKK êdî vê rastiyê bibîne…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE