18 juli 2015

Îro dawî li tenêtiyê hat

Piştî pênc hefte bêkesî, tenêtî, zahmet û cefa, hesret û bêrîkirin xanimê îro ji welêt teşrîf kir, bi hatina xwe  ez û zarok gelkî kêfxweş û mal jî şên kir, atmosfera hundur guherand…
Lê me jî hazirî û xêrhatineke baş lê kir.
Min xwarineke xerîb çêkir, Rojen jî hundur malê û hewş kir qutî û baqek gul jî danî ser masê.
Bi rastî jî mala bê jin ne tu mal e û weselam…
Mala Abidê diyarbekrê(Abîd Dundar)ava be, camêr dîsa wek Xocê Xizir gihîşt hawara min, me çû bi ereba wî xanim ji balafirxaneyê anî mal. Ne ew bûya bi wan çeltikên wê bi riya da îşê min hinekî zor bû. Minê mecbûrî texsiyek bigirta û ew jî li Stockholmê gelkî buha ye.
 Ez spasî wî dikim û dibêjim mala te hezar carî ava be.
Di rojên wiha da hevalê pêşî dihat bîra min Yilmaz(Selîm Bakac)bû, bêyî  teredud min alîkarî jê dixwest û wî jî tu carî nedigot na. Çi ba, maddî manewî nedigot na. Çend caran bêyî ku min jê ra gotibe ereba xwe dişand pêrgî min.
Li Swêd nas, dost û heval pir in. Lê irca meriv li her kesî nabuhere, ez  bi rehetî ji her hevalî ra nikanim bibêjim ka were min bibe balafirxaneyê.
Hevalekî tim ji min ra digot, gava ereb ji te ra lazim be telefonî min bike. Min îro telefonî wî kir. Lê ji şansê min ra ew jî meşxûl bû, daweta keça birayê wî bû, lema nikanîbû bihata.
A di wê bîstikê da min ji xwe ra got, ”ax Yilmaz, ka tu li ku yî ?”
Yilmaz hevalê hevalê xwe bû, bi hertiştê xwe, bi malê xwe û bi canê xwe di xizmet û emrê hevalê xwe da bû.
Ji bo min wek bedeneke qewî, wek sîleheke rojên teng bû. Min tim û tim dizanîbû roja serê min têkeve tengasiyê HEVALEKÎ minê pir saxlem heye…
Piştî bersîva wî hevalî min got ez ji kesê din ra nabêjim. Ezê ji xwe ra texsiyekê bigrim. Lê dû ra Abid Dundar ket bîra min, ew jî hevalekî dema hece be ez dikanim alîkariyê jê bixwazim. Û heta nuha di rojên wiha da çend caran jî  camêr destê alîkariyê tim dirêjî min kiriye, tim erebeya xwe kiriye xizmeta min.
Bêguman nas, dost û heval li vir pir in, lê axirê meriv nikane bi dilekî rehet, bêyî teredut ji her kesî alîkariyê bixwaze.
Netîce bi minasebetên biçûk jî meriv bi hebûn û  tunebûna hevalê xwe dihese. Xwedê kesî bê dost û bê heval neke. Dost pir in lê heval hindik in. Qedir û qîmeta hevalên xwe bizanibin…

2 kommentarer:

  1. Way Cave te roni bin xalo.

    SvaraRadera
  2. Sax bî xwarziyê hêja. Kuro tu jî wek hîva bin ewr î, geh derdikvî, geh wenda dibî...

    SvaraRadera

PARVE BIKE