02 juli 2015

Kes nabêje lawo çi ji we ra!



Di telewîzyonên Tirk da her cara ku plan û tehdîda Tirkiyê ya îşxalkirina Kurdistana rojava minaqaşe dikin, tim qala zahmetiyan dikin, rîzk û tahlûkeyên û problemên dikanin derkevin pêş Tirkiyê li pey hev rêz dikin. Dibêjin Rûsya heye, Îran heye, koalîsyona li hemberî Daîşê heye, Sûriye heye, Emerîka tam ne bi îşxaleke wiha ra ye, dewletên ereb ewê qebûl nekin, Daîş û PKK ewê bêdeng nemînin, heta şer dikane were hundurê Tirkiyê...…
Lê belê tu carî kes qala heq nake, her kes qala îmkanan, qala zahmetiya îşxalê dikin. Kes nabêje yaho ji bo çi, bi kîjan heqî hûnê herin welatê kurdan îşxal bikin û nehêlin kurd bibin xwedî statuyeke siyasî, ya jî xwedî dewleteke serbixwe?
Sûriye welatekî serbixwe ye, ew û kurd çi dikin, çi nakin çi ji we ra, çi agir ketiye qûna we?
Hey pîncên qerehahpikan, çi ji we ra!
Sûriye dengê xwe nake, çima hûn ketine panîkê û dixwazin êrîşê kurdan bikin?
Ma Sûriye li hemberî we eynî tiştî bike hûnê qebûl bikin?
Ma Îran were têkeve welatê we û bibêje ez qebûl nakim hûn û kurd li hev bikin, heger hûn mafekî bidin kurdan emê têkevin Tirkiyê û herême tampon çê bikin, hûnê qebûl bikin?


 XXX


Gelo li dinyayê miletekî din heye bi qasî ku tirk ji kurdan nefret dikin, ew jî ji miletekî din nefret bikin?


Gelo li dinyayê bi qasî ku di nava tirkan da nazîst û faşîst hene, di nava miletekî din da jî hewqas nazîst û faşîst henin?


Gelo li dinyayê bi qasî ku di nava tirkan da ehmeq û cahil hene, di nava miletekî din da jî hewqas ehmeq û cahil henin?
Gelo bi qasî ku di anva kurdan da xayin û cahş hene, di nava miltekî din da jî hewqas xayin û cahş henin?
Li gorî beyana Salih Mislim, ji 80 terorîstên li Kobanê, piştî vê qetlîama dawî hatin kuştin 12 hebên wan kurdên başûr in. Bi texmîna min ev jimar dikane zêde be jî. Bi îhtîmaleke mezin dîsa hemû soran in…


Gelo li dinyayê bi qasî kurd xêra hev naxwazin û neyartiya hev dikin, di nava miletekî din da jî wek kurdan kesên hewqasî xêra hev nexwzin û neyartiya hev dikin henin?


Gelo li dinayayê bi qasî kurdên bakur ji neyrê xwe û ji zimanê wî hez dikin, miletekî din jî heye ku ew jî wek kurdan ji neyarê xwe û ji zimanê wî hez dike ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE