11 juli 2015

Li ser minaqaşeya Helîm Yusif û hin nivîskaran


Min digot belkî ez kurdên Kurdistana rojava nas dikim, lê ez şaş bûme, min ew baş nas nekirine. Ez nuha hêdî hêdî wan nas dikim. Bi gotina kurdên rojava(Sûrî)qesta min ne gel e, siyasetmedar, ronakbîr û nivîskar in.
Nivîskarên kurdên rojava jî wek partiyên xwe pir in, heta tu bixwzî pir in, wek pirparê li her derê hişin tên, belkî bi hezaran in. Belkî deh qatî, sed qatî ji kurdên bakur bêtir in.
Çawa ji nufûske hindik çawa hewqas nivîskar derdikvin aqilê min nagire.
Gelo hemû bi rastî nivîskar in, siyasetmedar in, ronakbîr in. Na, di nava wan da çend nivîskarên baş hene, lê yên din hemû pûş û pelaş in. Siyasetmedarên wan jî kêm zêde wiha ne. Yanî tenê nav e û nav jî wan bi xwe ve kiriye.
Xusûsiyeteke nivîskarên kurdên rojava bala min dikşîne bi qasî ku neyarên hev in ne neyarên erebên nîjadperest û şoeven in. Kurd bi piranî ji hev hez nakin, lê yên vana pir zêde ye. Gelekên wan ji ereban û ji erebî pir hez dikin. Min ev xusûsiyeta wan jî nizanîbû. Ji kurdên bakur ne kêmtir in.
Kurdiya piraniya nivîskarên rojava pir xerab e, kurdiyeyeke etarên ereba ye, kesê piçekî bi erebî nizanibe jê fêm nake. Bi sentaksa erebî dinivîsin. Lema jî meriv kêf û zewqekê jê nagire û tahma kurmancî nade meriv.
Ev çend roj in di nabêna Helîm Yûsif hin nivîskarên rojava(Sûrî) da şerek heye. Minaqeşeyê li ser beyaneke hin nivîskaran dest pê kir. Helîm hin dîtin û gotinên beyana wan rexne kir. Li ser vê mesele mezin bû.
Xwediyên vê beyanê wa ye li Komela Nivîskarên Sûriyê giliyê Helîm kirine, xwestine Helîm ji komelê bavêjin. Û koomelê jî daxwaza wan qebûl kiriye û Helîm Yûsif ji komelê avêtiye.
Tiştê min fêm kir ev e. Ez hêvî dikim ez ne şaş bim.
Meriv çawa giliyê kurdekî fikrê meriv ne wek hev li ba dezgeheke ereb dike min fêm nekir.
Ji ber ku ez bi erebî nizanim û min beyan nexwendiye lema jî ez li ser sebebê minaqaşeya wan, li ser kî bi heq e, kî neheq e tiştekî nabêjim, naxwazim bibêjim.
Lê mesele çi be jî, Helîm çi gotibe jî meriv li ba dezgeheke ereb giliyê nivîskarekî kurd nake. Meriv rexne dike, dîtinên xwe dibêje, lê naçe lê gilî nake, nabêje wî ji komelê îxrac bikin.
Ez vî giliyê wan şaş û pir eyb dibînim. Bi îxrackirina Helîm ji komelê ewê çi kurk li wan be, ewê çi bi dest xin?
Jixwe ez endametiya wê komeleyê şaş dibînim, çi karê kurdan di nava nivîskarên ereb da heye?
Ez nizanim Komela Nivîskarên Sûrî di heqê miletê kud da tiştên baş dibêje ya na. Ez bawer nakim Komeleya Nivîskarên Sûrî dixwaze kurdên Sûrî qedera xwe bi xwe tayin bikin. Lê bixwaze jî, tiştên baş bibêje jî dibê meriv nebe endam. Dibê kurd dezgehên xwe ava bikin û bibin endamên dezgehên xwe.
Û netîce ez uslûbê minaqeşê û giliyê li ba Komelya Nivîskarên Sûriyê şaş û eyb dibînim. Û wek kurdekî pê xemgîn bûm.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE