26 juli 2015

Nêçîrvan Barzanî şaşiyê dike

Piştî beyana serok Mesûd Barzanî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî derbarê êrîşên Tirkiyê yên ser kampên PKKê daxuyaniyek daye .
Nêçîrvan Barzanî, di beyana xwe da wek serokwezîrê welatekî ji dêlî ku êrîşa Tirkiyê protesto bike, du gotinan ji dewleta tirk û hukûmeta AKPê ya şerxwaz û panturkîst ra bibêje, KCK û PKK rexne kiriye û KCK bi îhlalkirina agirbestê îtham kiriye. Hin beyanên Bayik wek sebeb nîşan daye.
Fena ku dewleta tirk hemû madeyên peymana lihevkirinê bicî anîbin, fena ku Erdogan protokola Dolmabahçeyê red nekiribe, fena ku dewleta tirk hemû mafên kurdan dabe, lê KCK li ciyê rehetiyê agirbest xera kiriye û şer derxistiye.
Ev, rexneyeke neheq û ne rast e.
Nêçîrvan Barzanî di beyana xwe da ne tenê KCK û Cemîl Bayik rexne kiriye, gelkê pesnê hukûmeta AKPê û cesûriya Erdogan jî da ye.
Bi kurtî beyana Nêçîrvan Barzanî, beyaneke pir bêtalih e, dibê serokwezîrê miletekî di bin destê dewleta tirk da beyaneke wiha nede.
Erê şaşiyên PKKê pir in, lê belê di mesela têkbirina ”pêvajoya aştiyê” û derxistina şer da herkes dizane ku terefê ”peymana aştiyê” pûç û bêmane kir hukûmeta AKPê û Erdogan e.
Hukûmeta AKPê heta nuha yek soza dabû, yek medeyake peymanê jî bicî neanî ji bo ku PKK jî çekan deyne û ”aştî” çê bibe.
Yê xwest ”aştî” xera bibe û şer derkeve ne KCK, hukûmeta AKPê û Erdogan e. Hukûmetê got, me hertişt kiriye, me hertişt daye kurdan. Nuha dibê PKK çekan deyne û were eslîm bibbe.
Ez wek kurdekî beyana Nêçîrvan Barzanî ya derbarê êrîşa balafirên tirkiyê ser meqerên PKKê wek rexneyeke neheq dibînim û protesto û şermezar dikim. Siyasetmedar û serokwezîrekî kurd dibê hewqasî jî nebe dostê dewleta tirk û hukûmeta AKPê.
Ev beyana Nêçîrvan Barzanî her wisa rexnekirina beyana serok Mesûd Barzanî ye jî. Bi kêmanî bîneke wiha jê tê.
Her partiyeke me, her siyasetmedarekî me bûye “dostê” dewleteke dijmin.
Lema jî dijmin pir rehet dikane bi me bilîze û me bîne hemberî hev. Êrîşa Tirkiyê ev yek careke din îspat kir.

Beyana serokwezîr Nêçîrvan Barzanî:
Şevê din balafir û topxaneyên Tirkiyê, bi mebesta lêdana binkeyên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), çend navçeyên Herêma Kurdistanê bombebran û topbaran kirin.
Mixabin ew lêdan piştî wê yekê hatin ku serokê Koma Civakên Kurdistan çend caran ragihandibû ku, ‘agirbest û pêvajoya aştiyê ligel Tirkiyê bi dawî hatiye û ne Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ne jî birêz Abdullah Ocalan nikarin biryara çekdanîna PKKê bidin.’ Vê yekê jî rola wan di pêvajoyê de kêm kir û bandoreke mezin jî li raya giştî ya wî welatî kir, herwiha Hikûmeta Enqere xist bin guvaşeke mezin de.
Herwiha di çend rojên borî de çend polîsek li Tirkiyeyê hatin kuştin, ku PKKê kuştina wan li xwe girt û vê yekê rewş aloztir kir. Pêvajoya aştiyê di navbera dewleta Tirkiyê û PKKê de, piştî hewl û karekî mezin, rewşa wê baş bibû û bi rastî dest pê kir û gellek qonaxên girîng jî derbas derbas kir, ku encamên wê pir bi bandor bûn li ser pêşkeftina demokrasî û pêkvejiyana aştiyane li Tirkiyê û başbûna jiyana xelkên wî welatî.
Herêma Kurdistanê û bi taybetî Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî roleke pir girîng dîtin di dirustkirina agirbestê navbera Tirkiyê û PKKê û pêşxistxistina pêşvajoya aştiyê û gotûbêjên rasterast di navbera herdu aliyan de, ku birêz Ocalan, di encama rola ku Barzanî dît, ew jî wek alîyekî sereke di gotûbêjan de hat dîtin û têkelî bi wî re ne wek girtîyekî hat kirin, lê mixabin niha ji ber xeletiyan ew pêvajo hemû têk çûye. Herwiha ne ji curet û têgehiştina Serokomarê Tirkiyeyê birêz Recep Tayyip Erdegan ba ew pêvajo pêk nedihat û birêve nediçû.
Birêz Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, amade ne bi rola xwe rabin bo dirustkirina agirbestê û destpêkirina pêvajoya aştiyê ji wî cihê ku lê rawestiya ye, ji ber ku tundutîjî û bikaranîna hêzê ti pirsgirêkê çareser nake.”
Li vir em daxwaz ji PKKê dikin ku aram be û hemû hewlên xwe bide bo pêkanîna agirbestê û destpêkirina pêvajoya aştiyê, herwiha rolekê bidin birêz Ocalan û HDPê, û me jî bo hemû alîkariyekê amade ne.
Çavkanî : Avestakurd.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE