01 juli 2015

Neyartiya Erdogan ne bi PYDê ra, bi kurdan ra ye


Erdogan û dewleta tirk ne ji ber PKKê û PYDê li Kurdistana rojava li dijî otonomî û dewleteke kurd in.
Ji dêlî PYDê, Huda-Par be jî û ji dêlî Salih Mislim, Mehmet Metîner ya jî Muhsîn Kizilkaya be jî Erdoganû Davutoglu ewê eynî tiştî bibêjin û eynî tiştî bikin. Ewê dîsa bibêjin ”emê nehêlin li başûrê welatê me dewleteke kurd ava bibe, emê nehêli demogarafiya herêmê were guhertin”!
Davutoglu û Erdogan dewleta Esed qebûl dikin, ya Daîşê ev saleke qebûl dikin. Heger tirkmen bikanibin tiştekï bi dest xi nya wan jî qebûl dikin, lê tenê ya kurdan qebûl nakin.
Ji ber ku ji PKKê û PYDê bêtir ew li dijî miletê kurd in, ew naxwazin kurd li tu derê bibin xwedî maf, kî serokê kurda ye, kîjan partî ye, navê wê çi ye, ji bo Erdogan û Davutoglu û dewleta tirk bi qasî serê derziyê jî ne muhîm e.
Ew li dijî her babet kurdî ne, fikir, îdeolojî, nav ji bo wan ferq nake.
Ew dibêjin em nahêlin li tu beşekî Kurdistanê kurd ji bindestiyê azad bibin û bibin xwedî dewlet.
Dibê ev yek ji bo hemû kurdan zelal be.
Li gel vê jî heger hin kurd hîn jî dev ji AKPê bernadin, hîn jî parlamenter û wezîrê AKPê ne, hîn jî li Kurdistanê berpirsiyariya AKPê dikin, wê çaxê wek Erdogan û Davutoglu, ew jî li dijî miletê kurd in, ew jî naxwazin kurd azad bibin û bibin xwedî dewlet.
Yanî kurdê hîn jî bi AKPê ra be û piştgiriya Davutoglu û Erdogan bike, ew jî wek wan e, wek Erdogan û Davutoglu, ew jî hevalbendê Daîşê ye.
Yê vê siyaseta Davutoglu û Erdogan ya nîjadperest, pan-turkîst û antî-kurd rast nebîne, neparêze di nava AKPê da namîne. Dema di nava AKPê da ma, bû parlamenter û wezîrê AKPê wê demê siyaseta AKPê ya li hembrî kurdan rast dibîne.
Ez bi xwe wiha dibînim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE