03 juli 2015

Piştî fitarê mazata jinên kole !

Li gorî Wezareta Mafê Mirovan ya Îraqê, Daîşê li bajarê Fellûceyê bazareke(mazateke) koleyan çêkiriye û li vê bazarê 100 jinên dîl girtine firotine.
Li gorî beyanê, her roj piştî fitarê li vê bazara koleyan jinên bi zorê ji xelkê stendine wek cilekê, wek terşekê didin destê delalan û bi harac û mazat di nabêna 500 û 2000 dolarê emerîkî da difroşin mislimanan.
Di xeberê da her wisa tê gotin, Daîşê li Fellûceyê ji bo kesên hafizquran musabeqeyekê çê dikin. Hafizquranê bibe yekem, duyem û sêyem heryek jinekê belaş, wek diyarî digre. Ji ber ku hafizquran in.
Fellûce 70 km li rojavayê Bexdayê ye û ev saleke di destê çete û qatilên Daîşê da ye.
Dêmek di îslamiyetê da hîn jî koletî, firotina keç û jinên xelkê, destavêtina namûsa xelkê heye, qewadî heye.
Û kesê hafizquran jî ji ber ku Quranê baş dizane bixwîne, ji ber ku misilmanekî baş e jinên xelkê ji xwe ra diyarî digre!
Ev çawam dîn e, çawa bawerî ye, çi kultur e heyhewar!
Çawa meriv here namûsa xelkê ji wan bigre û bibe bifroşe!
Diyar e ne jinên kurd tenê, yên ereb jî difroşin. Mêrik zalimî û qewadî ji xwe ra kirine sinet.
Lê diyar e di anva ereban da bingeha vê hovîtiyê hîn xurt e. Jixwe berê jî eynî wiha dikirin, namûsa xelkê bi zor ji wan stendine, ji xwe ra dikirin kole û cariye û yên zêde jî difrotin.
Daîşî jî kirinên pêşiyên xwe dubare dike, yanï ne tiştekî zêde ecêb e.
Lê dîsa jî li hemberî vê wahşetê, vê bênamûsiyê û bêşerefiyê ez ketim binê erdê, ji ber ku kesên wiha jî însan in, min ji însaniyeta xwe fedî kir.Û dibê em ji bîr nekin ku hukûmeta AKPê, Davutoglu û Erdogan li hemberî kurdan alîkariya van zaliman dikin.
Bi milyonan tirk ji ber ku Daîş kurdan dikuje, piştgiriya vê wahşetê û van qewadan dikin.

XXX


Zulma heta nuha ji alî dijmin ve li kurdên êzdî û li kurdên elewî bûye ne ji ber dîn û baweriya wan e, ji br kurdbûna wan e.
Piştî ku kurd e, dînê wî û baweriya wî ji bo tirkan ferq nake. Pîvaz ha sor, ha spî, pîvaz pîvaz e…
Ma tirkan gû bi kurdên misilman nedan xwarin, bi hezaran nekuştin, çar hezar gundên wan wêran nekirin, bi milyonan mecbûrî koçberiyê nekirin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE