12 augusti 2015

Berpirsiyarê xwîna diherike Erdogan e


Rojnamevan Hasan Cemal gotiye, “Careke din dibêjim, musebîbê numra yekê yê xwîna diherike, Sultanê li Qesrê ye. Heger li Tirkiyê ji nuh ve wek pêlan xwîn û hêsir diherike, berpirsiyarê vê yê yekem Tayyip Erdogan e, ne yekî din e...”
Rast e, li Tirkiyê MIT, Artêş, pûlis, sîstema edaletê, hukumet yanî dewlet bi temamî ketiye bin destê şexsê Erdogan.
Erdogan, Tirkiyê wek serokê Mafîayê îdare dike. Ûgav bi gav berbî felaketeke mezin dibe. Ew dizane wî gelek sûcên mezin yên dikanin wî di zindanê da birizîne kirine. Ji bo mesele negihîje wî deraxî bela xwe di kurdan û Sûriyê dide, dixwaze bi kurdan ra şerekî mezin derxe.
Meriv hêvî dike ku nehêlin, rê li ber vî dizê destbixwîin û devbixwîn bigirin. Lê ew şerekî mezin derxe jî ewê li zirarê derkeve, ewê wenda bike. Yanï ew çi bike jî xelasiya wî, Davutoglu û çeteyën dora wî tuneye, zê dereng ewê cezayê xwe bişînin.

XXX
Di facê da li ser navê vê partiya kurd û wê partiya kurd, li ser navê vî serokî û wî serokî, li ser navê Emerîka,Tirkiyê û nizanim li ser navê kê û kê gelek derew tên kirin.
Dibê meriv ji her tiştê xwend bawer neke, belav neke û tavilê şirove neke. Hinek sebir, hinek dîqet, hinek lêkolîn, hinek mesûliyet lazim e...
Di nava kurd û tirkan da virek pir in, bi her derewa wan ra hol nebin û dilên hev nehêlin...

XXX


Profesorê Ziman û Edebiyata Tirkî yê zanîngeha Arel ya Stenbolê Prof. Dr. Ahmet Atilla Şenturk, gotiye:
“Ev îş wiha nabe. Hemberî her şehîdekî me dibê parlamenterekî HDPê were xistin”, yanî di maneya were kuştin. Bi gotina “daxistinê, xistinê” lîsti ye, lê di vir da di maneya “were wergerandin, were qulibandin” da bi kar aniye.
Xwedêgiravî profesorê zimên û edebiyatê ye, lê diyar e karekî şaş hilbijartiye, dikanîbû biba qatilekî profesyonel jî.
Pir ji dilê wî tê rojê çend kurdan bikuje, lê hew ji dest tê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE