02 augusti 2015

Bi girtina partiyan doza miletê kurd naqede !

Bi vî şerî û bi vê xwînê hedefa Erdogan HDPê ji ber xwe da bixe û rayên kurdan bi zor bigre û AKPê bi zor bîne ser hukim.
Dema HDP bi Ocalan dan avakirin bawer nedikirin HDP ewê barajê derbas bike. Lema HDP dan avakirin.
Lê nuha jî dixwazin bigrin. Ji ber ku di hilbijartinan da netîceyeke ne di hesêb da derket ortê, HDPê ji sedî 13 ray girt.
Lê bira bigrin, belkî bi vî hawî PKK dev ji tirkan û partiya tirkiyê berde û bibe Kurdistanî û partiyeke kurd ava bike. Dibê HDP bibe partiyeke Kurdistanî, dibê kurd wek milet xwedî partî û dezgehên xwe bin. Heger partiyên kurdan şaş e wê demê dibê PKKê û KCKê jî bikin partî û tevgerên "Tirkiyê."
Erdogn, HDPê bide girtin jî, Demirtaş têxe hevsê jî, bide kuştin jî micadela miletê kurd naqede. Demirtaşekî hîn kurdtir, hîn millîtir ewê derkeve.

XXX
Ez ne merivekî bawermend im , lema jî ji asîmanan tu hêviyeke min tuneye.
Lê ji hemû kesên bawermend dipirsim:
Dibêjin Xwedê li heqiyê ye!
Xwedê ji zaliman r a nahêle!
Xwedê neheqiyê, zulmê qebûl nake!
Xwedê hevalê mezlûma ye!
Baş e, çima ev zulma tirk, ereb û faris her roj li kurdan dikin qebûl dike?
Çima xezeba xwe bi ser serê hemû zaliman û zulimkaran, Erdogan, Davutoglu û Hakan Fîdan da nabarîne?
Çima dihêle hewqas zulm li kurdan, li vî miletê mezlûm bibe?
Çima dihêle balafirên tirk li gundê Zergele jin û zarokên kurd di xew da bombebaran bike, pitika di himêza dayikê da bikujin?
Çima dilopek merhamet naxe dilê van zaliman, van xwînxwaran, van qatilan?
Çima dihêle Erdogan û Davutoglu hewqasî pê li serê me kurdan kin?
Çima dihîle çete, qatil û afyonkêşên Daîşê gund û bajarên me wêran bikin, serê me jêkin, tecawizî namûsa me bikin?
Heger ewê îro hêza xwe nîşan nede, ewê kînga nîşan bide?
Heger îro ewê neyê gazî û vî miletê mezlûm, ewê kînga were?



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE