04 augusti 2015

Bi neyartiya hev em neyar bi xwe şa dikin

Yaho di nava PKKê û HDPê da dijminên PDKê û Barzaniyan çiqasî pir in, ji dewletê bêtir neyarên Mesûd Barzanî ne. Neyartiyeke meriv ditirsîne. Ne yek e, ne dudu ne, bi sedan, bi hezaran in. Kurd çawa hatine vî halî aqilê mervi nagire.
Ez ne li dijî rexneyê me, helbet carnan meriv dikane siyaseta hukûmeta Kurdistanê rast nebîne, serok Barzanî rexne bike. Lê ne bi vê uslûba neyarane, tu dibêjî belkî yê Kurdistan îşxal kiriye serok Barzanî ye. Xwedê aqilekî bide wan û vê kîn û neyartiya li dijî kurdan ji dilê wan derxe.
Bi vê kîn û nefretê tu yekîtî mekîtî çênabe, pir û pir zor e. Berî hertiştî dibê ev kîn û nefreta di dilê wan da derkeve.

XXX
Serokê MHPê Develet Bahçelî, heqaret li hilbijêrên HDPê kiriye, gotiye kesên ray dane HDPê ”bêşeref” in.
Bahçelî heqaretên wiha tim li kurdan dike. Ji ber ku dewlet li pişt wî ye û ji ber ku artêşek çeqel, çuqûl û qatil di bin destî wî da ye. Dewlet vî keriyê qatilan li hemberî kurdan tim bikar tîne. Tiştê nikanehertim bi pûlis û leşkerên xwe bide kirin, bi vê artêşa faşîst û qatilan dide kirin.
Bahçelî cesaretê ji van qatilên xwe û dewletê digre û lema diwêre hewqasî bêedb bibe...

XXX


Tirkiye, welatê ker û gur lê pir in
Li Ewrûpayê rêjeya kitêbxwendinê rojê ji sedî bîst e. Li Tirkiyê ji hezarî yek e.
Li Ewrûpayê însan rojê du saetan dixwînin.
Li Tirkiyê rojê deqîqeyekê.
Li Tirkiyê tenê 80 hezar însan her roj kitêba dixwînin.
Li Tirkiyê însan rojê 6 saetan li telewîzyonê temaşe dikin û 3 saetan jî kompîrorê bikar tînin.
Lema jî li Tirkiyê ker, keftar û gurên har pir in.
Miletê nexwîne nabe însan, nabe medenî, heşayî cenabê keran lê ker dimîne.
Jixwe lema jî Erdogan bûye serokkomar, Davutoglu serokwezîr û Bahçelî jî bûye serokê partiyekê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE