06 augusti 2015

Cûdî dişewite !

Ev du roj di netîceya topbaran û bomberanên dewletê da in Cûdî dişewite. Dêrsim, Munzûr, Çabaxçur, Colemêrg dişewite.
Esas ne ji do da ye, ev du hefte ne ji Licê bigire heta bi Qendîlê, li gelek deran bi topbaran û bomberanan şewat derxitin.
Ev du roj in li Cûdî bi hezaran teyr û tû, kêzik û mar û bi hezaran heywanên babet babetî dişewitin, dibin qijik…
Dewlet bi zalimî lê temaşe dike.
Û ewê temaşe bike jî.
Ji ber ku dewlet Cûdî û derên din wek welatê xwe, wek çiyayên xwe, wek xwezaya xwe nabîne. Lema jî topbaran û bombebaran dike.
Lema jî bi hovîtî dişewitîne.
Li hemberî vê wahşeta dewleta tirk kesên aştîxwaz, heywanhez, xwezaparêz, darhez, partî grûpên keskan, parêzvanên tebîetê hemû, kor in, kerr in û lal in, kes dengê xwe nake, kes naçe hawara kurdan û Cûdî.
Kes agirê li ser serê Cûdî venamirîne…
Heger PKKê li herêma Derya Reş tiştekî wiha kiribûya nuha rast, çep, darhez û xwezaparêzên tirk qiyamet rakiribûn.
Lê ji ber ku dewleta wan kiriye û ji ber ku daristanên dişwewitin yên kurdan e, lema dengê xwe nakin, lema xwe kerr dikin, lema naçin gazî û hawara Cûdî. Dera dişewite Kurdistan be û ciyayên kurdan bin herkes xwe kerr û lal dike, kes şewata li Cûdî ne dibîne û ne jî dibihîze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE