05 augusti 2015

Daîş û Erdogan cêwiyên sîyam in



Erdogan mecbûr e Daîşê biparêze, ji ber ku hevalê hev in û bi hev ra gelek sûcên giran kirine.
Êrişên ser kampên PKKê û operasyonên li hundur welêt li hemberî HDPê û KCKê alîkariya bi Daîşê ra ye.
Erdogan û Davutoglu bi van êrîşên xwe him heyfa Daîşê ji PKKê û ji kurdan digrin û him jî dixwazin PKKê li hemberî Daîşê ji hêz da bixînin, zeîf bikin.
Heta ji Erdogan û Davutoglu were ewê nehêlin Daîş têk biçe û bi temamî ji ortê rabe.
Têkçûna Daîşê têkçûn û dawiya Erdogan- Davutoglu ye jî. Ya ewê bi hev ra bimînin ya jî ewê bi hevra wenda bikin.
Daîş û Erdogan cêwiyên sîyam in, yanî cêwiyên bi hev ve ne,  ji hev naqetin…

XXX
Kantona Cizîrê kanala Rûdawê û hin weşanên din yasax kirine.
Ecêba giran!
Em yasaxên dewleta tirk rexne dikin, ji dewletê azadiya fikrî û weşanê dixwazin, lê bi xwe jî eynî tiştî dikin, weşanên kêfa me jê ra nayê yasax dikin.
Yanî ev îş e?
Yasaxkirina her tiştê hûn li dij in ne tu hawa ye, dîktatorî ye. Wê demê tu ferqa me ji Îranê û ji Tiriyê namîne.
Ka me azadî û demokrasî dixwest?
Ka em li dijî yasaxan bûn?
Heger hûnê her weşana kêfa we jê ra nayê yassx bikin û vê yekê rast bibînin, wê demê îtîrazî yasaxên Tirkiyê û Îranê jî nekin, ew jî tiştên kêfa wan jê ra nayê yasax dikin.
Çima hûn her roj gazinan ji tirkan dikin?

XXX
Swêdî ji xwe ra kêf dikin
Petter Johanssonê rappare li Stockholmê li Skansenê(bexçeyê heywanet)distirê. Bi hezaran însan pê ra distirên, kêf dikin, dikenin, distirên, herkes dilşa û bextewar e.
Ne Daîşa wan heye û ne jî Erdogan û Bahçeliyê wan.
Ne PKKa wan heye û ne jî PDK.
Kes êrîşî kesî nake, fikrê wan çiqasî cihê be jî kes ji kesî ra nabêje ”xayin”. Ji ber ku wek wî nafikire kes heqaretê li kesî nake.
Herkes li rehetiya xwe û li kêfa xwe dinêre.
Salê tê ewê herin kîjan welatî, tahtîla xwe li kîjan welatî derbas bikin.
Dema ez vê rehetî û bextewariya, bêderd û bêkuliya swêdiyan dibînim ez dihelim, dilê min dibije wan.
Ji xwe ra dibêjim gelo em kurd jî emê rojekê wiha bêderd û wiha bextewar bibin?
Ew jî xewneke…

XXX

Hukûmeta Davutoglu ya nemeşrû li Kurdistanê û Tirkiyê herî kêm 60 malperên(sîteyên)kurdî qedexe(yasax) kirine.
Bi îhtîmaleke mezin hemû sîteyên kurdan yên xeberan girtine, yanî sîteyên li Tirkiyê û Kurdistanê nayên dîtin ji 60î zêdetir in.
Di nava van sîteyên qedexekirî da ANF, Avestakurd, BasNews, Dîclehaber, HawarNews, Kurdînfo, kurdistanpost, Rûdaw, Rizgarîcom û gelek sîteyên din hene.
Sîteyên kurdan yên xeberan qedexe dikin ji bo ku haya kesî ji teror û kuştinên wan çê nebe, ji bo ku bi rehetî terora xwe bidin meşandin û kurdan serkut bikin.
Bêyî mubalaxe terora îro hukûmeta Davutoglu li hemberî kurdan dide meşandin ji ya dema Kenan Everen zêdetir e, ne kêmtir e. Êdî tu kurd ji jiyana xwe ne ewle ye. Her roj bi sedan kurdî digrin bin çavan, li seranserê Kurdistanê û _Tirkiyê li hemberî kurdan teroreke pir mezin tê meşandin. Dixwazin tevgera kurd ya netewî bişkînin. Lê ev xeyaleke beyhûde ye. Ev şbeka ceberrût çi bike jî zafer ewê ya miletê kurd be.
Navên sîteyên/malperên qedexekirî:



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE