19 augusti 2015

Dinya bi me dikene

Gelşa serokatiyê hîn çareser nebûye. Piştî biryara ”Encûmena Şûra Herêma Kurdistanê” min got mesele çareser bûye. Lê wa ye hîn bi tevgera Goran ra li hev nekirine.
Do 16 partiyên başûrê Kurdistanê ji parlamentoyê daxwaz kirin civîna xwe ya îro(19/8) ya derbarê gelşa serokatiya Kurdistanê da paşda bixe. Ji ber ku tevgera Goran hîn nehatiya îqnakirin.
Nûnerên Emerîka, yê Neteweyên Yekbûyî, yê Fransa û Îngilistanê bala kurdan kişandine û gotine heger hûn li hev nekin alîkariya bi we ra dibe ewê zirarê bibîne û bi vî rengî dom neke.
Problema esasî, partiyên kurd ne xwediyê dîtin û siyaseteke netewî ne, xwediyê siyaseteke hizbî ne.
Herkes li gorî berjewendiyên partiya xwe hereket dike. Heger ne wisa bûya tevgera Goran wisa nedikir. Xwedê aqilekî bide wan.
Û jixwe sebebê ku em heta nuha bindest mane ev e, partiyên me yên sereke, yên xwedî hêz ne xwediyê siyaseteke netewî ne…

XXX
Artêşa tirk vê sibehê bi leşkerekî giran(qala 23 hezar leşkerî tê kirin)ket nava Silîva û dest bi operasyonan kir. Li bajêr telefon, elektirîk, internet hatine qutkirin, lema jî kes baş nizane li bajêr çi dibe, çi nabe.
Li gorî hin xeberên di medyaya sosyal da belav dibin bi kêmanî 10 kuştî û gelek birîndar hene.
Lşeker û pûlis di nava bajêr da teroreke mezin didin meşandin û gelek dikan û mal dane ber gulan û şewitandine.
Bajar di bin hesargeha leşkeran da ye, kes nikane here bajêr û bajêr derkeve der. Waliyê Diyarbekrê dibêje ne ew dikane tiştekî bike û ne jî bersîva tu pirsan bide, ji ber ku operasyon rasterast ji Anqerê tê îdarekirin.
Medyaya tirk, bîrûraya Tirkiyê ya giştî, partî û hêzên çep û demokrat li hemberî vê terora dewletê ya li hemberî kurdan wek hertim dîsa bêdeng in, li kuştin û terorîzekirina kurdan temaşe dikin.
Hebûna dewleta tirk li Kurdistanê ne meşrû ye, hêzeke îşxalkar e. Lema jî ev zulm û terora wê dibê ji alî hemû hêz û partiyên kurd ve were mahkûkirin û ji bo rawestandina terora dewletê ji destê kê çi tê bike.
Lê li alî din jî meriv nizane ji PKKê û vê siyaset û vî şerê wan yê bêmane ra jî çi bibêje. Meriv fêm nake bi vî şerî dixwazin çi bikin û çi bi det xin?
Li aliyekî li dijî veqetandinê, serxwebûnê û dewleteke kurd in, partiya Tirkiyê ava dikin û li aliyê din jî ev şer?



XXX
Ken hertim ne ji ber dilşadî û bexteawriyê ye, carnan meriv ji derdan bi halê xwe dikene, bi rewşa gel û miletê xwe ya trajîkomîk dikene.
Siyasetmedarên me, partiyên me em xistine rewşeke pêkenînê, bawer bikin dinya alem jî bi kêmaqiliya me dikene…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE