11 augusti 2015

Ev çi însaniyet e !


Ji 30 temûzê û virda ye 20 cenazeyên şervanên YPGê û YPJê li ser sînorê Reyhanliyê li ber deriyê Murşîtpinarê sekinandine û bera hundur nadin.
Malbatên şehîdan ev 12 roj in li ber deriyê Murşîtpinarê sekinîne û dixwazin cenazeyên zarokên xwe bigrin, lê dewleta tirk nahêle cenaze derbasî Tirkiyê bibin.
Çend roj berê li deriyê Xêbûr jî eynï zulm li kurdan kirin, 12 rojan cenaze nedan malbatan.
Di vî warî da emrê serokwezîr Ahmet Davutoglu heye.
Davutoglu dibêje, ”em qebûl nakin hûn cenazeyên xwe bi merasim rakin.” Davutoglu dixwaze kurdên ji alî çeteyên wî ve ahtine kuştin bi dizî verin veşartin, dibê merasim, qelabalix û şîn çê nebe…
Yanî Davutoglu dibêje emê we bikujin, lê belê dibê hûn negrîn, nekin şîn û cenazaeyên xwe jî bi girseyî ranekin.
Ew miriyên xwe bi merasimên leşkerî radikin, di telewîzyonan da diweşînin, lê kurd dibê cenazeyên xwe bi dizî rakin….
Zora zaliman ye, zalim wiha bêûjdan û zorba ne…
Ji dayika şehîdan Ayşe Aygunê gotiye:
-Lawekî min esker e, lawekî min pûlis e û lawekî min jî di şerê li hemberî Daîşê da şehîd ket. Lawê min ê esker li Tokatê ye, yê pûlis li Wanê ye. Bira bi birê didin kuştin. Lawê min kuştin, cenazeyê wî nadin min. Em radibin û rûdin dibêjin ”aştî” lê ew eziyetê bi cenazeyên me dikin. Ez cenazeyê lawê xwe dixwazim. Ew hîn 18 salî bû. Nuha cenazeyê wî di tabûtekê da dipê û nadin me. Ev çi însaniyet e?
Li ba tirkan însaniyet nema ye, heywaniyet heye….


XXX
Profesorê Ziman û Edebiyata Tirkî yê zanîngeha Arel ya Stenbolê Prof. Dr. Ahmet Atilla Şenturk, gotiye:
“Ev îş wiha nabe. Hemberî her şehîdekî me dibê parlamenterekî HDPê were xistin”, yanî di maneya were kuştin. Bi gotina “daxistinê, xistinê” lîsti ye, lê di vir da di maneya “were wergerandin, were qulibandin” da bi kar aniye.
Xwedêgiravî profesorê zimên û edebiyatê ye, lê diyar e karekî şaş hilbijartiye, dikanîbû biba qatilekî profesyonel jî.
Pir ji dilê wî tê rojê çend kurdan bikuje, lê hew ji dest tê..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE