13 augusti 2015

Ev zulm ewê ji Erdogan ra nemîne

Taliya hemû dîktatoran dişibe hev, hinek wek Mussolînî bi nigên xwe ve bi darda dbin, hinek wek Hîtler xwe dikujin, hinek wek Seddam bi darên sêpiyên ve tên libakirin û hinek jî wek Çawuşesku tên gulebarankirin.
Dîktator çiqasî xurt û bi heybet bin jî dawiya dawî taliya hemûyan pir trajîk diqede, rojek tê heq ciyê xwe dibîne û gel cezayê yê dîktator, yê zalim û zulimkar didê.
Ez nizanim çima, lê hema wisa nuqutiye dilê min, fena ku taliya Erdogan û Davutoglu û Hakan Fîdan jî ewê xerab biqede, ewê trajîk be.
Yanî ev zulm, ev xwîn ewê ji Erdogan ra nemîne.
Musebîbî şerê Sûriyê bêyî Erdogan ne kesekî din e, wî ji her dera dinyayê bi hezaran qatil, narkoman û çete li Tirkiyê top kirin, perwerde kirin, çekdar kirin û dû ra jî şandin hundur Sûriyê û li wir dest bi qetlîaman kirin.
Yê Daîş rêkir ser kurdan, yê bû sebebê qetlîama Şengalê û Kobanê Erdogan e. Ne piştgiriya Tirkiyê û Erdogan bûya Daîşê êrîşî Şengalê û Kobanê nedikir.
Îro jî hîn piştgiriya Daîşê dikin.
Lema jî yê Sûrî wêran kir, yê bi hezaran kurd bi destê qatilên Daîşê dan kuştin Erdogan e, Davutoglu ye.
Ji sala 2011a û virda ye di şerê Sûriyê da bi kêmanî 250 hezar însan hatin kuştin, musebîbê vê qetlîamê Erdogan e, Davutoglu ye.
Ji Sûriyê 4-5 milyon însan koçber bûn, ji van koçberan bi hezaran kes di behran da xeniqîn.
Trajediya bi sedhezaran koçberên li Yûnanîstanê, Îtalyayê, Sirbîstanê, Bulgarîstanê, Tirkiyê, Lubnanê, Kurdistanê Erdogan û klîka wî ye. Wan ev şer derxistin û bûn sebebê trajediya bi milyonan însanî.
Û îro jî rojê bi hezaran koçberên li Tirkiyê li botan dikin û rê dikin ser Yûnanîstanê û Ewrûpayê.
Yanî sûcê Erdogan û Davutoglu  kirine ji yê Seddam û Mîlosewîç pir û pir mezintir e. Lema jî dibê ev zalimê zaliman hesabê van sûcên xwe bide.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE