08 augusti 2015

Ez ditirsim bi van serokan miletê kurd vê fersenda dawî jî wenda bike



Dijminên me wek gurên har dora me girtine û di her fersendê da êrîşê me dikin, bi sedan, bi hezaran ji me dikujin û birîndar dikin.
Welatê me wêran bûye, bûye gola xwînê. Her roj 20-30 keç û xortên wek wuk şêr û şepalan şehîd dikevin. Li bajarê her roj çend cenaze jê ranebin tuneye…
Jê dêlî ku li hemberî vê karasta mezin, li hemberî van gurên har yên dora me girtine em hêzên xwe bikin, tifaqa xwe xurt bikin, em li ser nêçîra nebûyî, li ser Kurdistana di bin îşxala çar dewlatan da bi hev ketine û goştê canên hev dixwin.
Li Kurdistana başûr, bakur û rojava barebare milet e, dibêje hevkarî, yekîtî, lê kes guh nade milet, herkes kursiya xwe bi devê tivingo mor diparêze.
Hevûdu direvînin, zindan dikin. Bi zulma xwe, bi çavsoriya xwe ji dijmin kêmtir namînin.
Kê çi hukim girtiye destê xwe nade kesekî din, bi yekî din ra par ve nake, dibê bira hertişt ji min tenê ra be.
Yê hember çiqasî dike qîjewîj û qîreqîr, dibê wiha nebe, ev neheqî ye pere nake, wek şêrê ketibe ser nêçîrê, nahêle kes nêzî îktîdara wî bibe, dibê ewê ji min tenê ra be, ez nadim kesî.
Yê li hemberî vê neheqiyê, vê zulmê  zêde dengê xwe bike, zêde israr bike tê pelixandin, tê zindankirin, tê wendakirin.
Li Kurdistana rojava numûneyên vê pir in, her roj em bûyereke wiha dibihîzin. Wek dijmin dikir, ew jî mixalifên xwe hefs dikin, heta wenda dikin.
Bêyî îstîsna her partiyekê, her serokekî pişta xwe sipartiye dewleteke dijmin, hinekan zêde û hinekan kêm, lê hemû jî ji birayê xwe yê kurd bêtir bi dewletên dijmin ra dost û heval in û bi wan ra di nava hevakriyê da ne.
Û vê hevaltî û piştgiriya bi dijmin  ra jî li hemberî hev bikar tînin.
Pênc pereyên xwe di daxwaz û gotinên hev, di ricayê hev nadin, lê her gotin û daxwaza dijmin bi kêfxweşî û wek efendiyan bicî tînin. Dijmin wan kom dike, şîreta li wan dike û heta carnan jî emir dide wan. Ji van têkiliyan nerehet nabin, fedî nakin.
Em kurd gurên hev in, li hemberî hev heta tu bixwazî bi fexir û serhiştk in.
Lê li hemberî neyar jî heta tu bixwzî sernerm û maqûl in…
Ez ditirsim bi van serokan miletê kurd vê fersenda dawî ya dîrokî jî wenda bike û ebediyen kole bimîne, bibe tirk, ereb û faris…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE