07 augusti 2015

Heger Ocalan ewê li ser navê we hemûyan biryarê bide wê demê hebûna we ji bo çi ye?




Endamê komîteya birêvebir yê KCKê Zubêr Aydar û serokê Kongreya Gel Remzî Kartal ji serokê HDPê Demirtaş ra gotine, ”Heta bi Ocalan ra hevdîtin çê nebe KCK nikane tu biryarê bigre…”
PKK dibêje Ocalan, KCK dibêje Ocalan, Kongreya Gel dibêje Ocalan, Demrtaş dibêje Ocalan…
Ocalan û Ocalan…...
Ez qesem dikim bi navê Xwedê heta hûn bibêjin Ocalan we ji me ra tu tişt bi ser avê nexist!
Heger we xwe bi Ocalan ve girê neda nuha hûn jî û miletê kurd jî li nuxteyeke hîn baştir bûn.
Ezbenî, yên micadelê didin, yên şer dikin hûn in, yên tên kuştin hûn in, lema dibê siyaseta xwe jî hûn tayin bikin, ne Ocalan.
Hûn çima gav û saetê diçin bi Ocalan dişêwirin û aqil jê digrin.
Ma hûn nizanin hûn çi dixwazin?
Daxwazên we çi ne ji dewletê ra bibêjin?
Heger hûnê ne xwediyê dîtinekê bin, heger hênê nikanibin biryara xwe bi xwe bidin wê demê çima hûn hene?
Sexsekî girtî çawa dikane li ser navê hewqas hêz, partî û kesan bipeyive û biryarê bide?
Ev ne tiştekî normal e, ne karê aqil e !
Werin dev ji vê siyaseta malwêran berdin û di rûnê xwe da biqijilin, ji xwe ra li çara serê xwe bigerin.
Dîsa bi Ocalan ra bidin û bistînin, dîsa pê bişêwirin. Lê biryara xwe hûn bidin, hûn hebûnekê nîşan bidin, hûn wek serok û partî bibin xwedî dîtin, xwedî pêşniyar û biryar.
Bira hertişt ne Ocalan be...
Ocalan di destê dewleta tirk da êsîr e, ma ewê çawa bizanibe ji bo we çi baş e, çi xerab e û dibê hûn çi bikin û çi nekin?
Ew girtî ye, hûn azad in, hûn di nava şer da ne, hûn ji her kesî baştir dizanin hûnê çi bixwazin û çi nexwazin…
XXX
Murad Karayilan gotiye, "hedefa me ne artêş e, hukûmet e"!
Ê ez bi qurban, heger hedefa we ne artêşa (ordiya) îşxalkar e, wê demê ev şer û hewqas şêhîd ji bo çi ye?
Yê we û gelê we dikuje artêş e, yê her roj bi tonan bombe bi ser serê we da dibarîne artêş e. Û wek te jî gotiye, ev artêş dixwaze we ji ortê rake.
Heger ji meriv were dibê meriv jî hêza dixwaze meriv ji ortê rake têk bibe û ji ortê rake, ji welatê xwe derxe.
Ez bawer dikim li dinyayê siyaseta qet jê nayê fêmkiri...n tenê siyaseta PKKê ye. Meriv nizane çi dike, ji bo çi dike û çima dike û çi dixwaze?
Daxwazeke konkret bikin bira kurd jî, tirk jî û dinya jî fêm bike hûn ji bo çi şer dikin û ji dewleta tirk çi dixwazin!
Bibêjin serxwebûn, bibêjin federasyon, bibêjin otonomî. Yanî tiştekî însan jê fêm bike bibêjin.
Hûn her carê tiştekî dibêjin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE