06 augusti 2015

Heger tu pir mêr î van gotinan ji dewleta xwe ra bibêje



Rojnamevanê tirk Ahmet Hakan, di nivîsa xwe ya îro da dîsa bela xwe di Selahedîn Demirtaş daye, dîsa quretiyeke ji serê xwe mezintir kiriye, gotiye dema Demirtas êrîşên PKKê wek ”êrîşên pîs” bi nav kir ”pir kêfa min hat, min got temam, vaye serhilsanê dest pê kir, destpêkeke pir baş e, ” lê çi heyf ku HDPê dû ra ev gotinên Demirtaş tekzîp kir, got ”Demirtaş tiştekî wiha negotiye…”
Hakan, li ser navê Demirtaş bi vê beyana HDPê pir xemgîn bû, pir li ber Demirtaş ketiye, filan û bîvan….
Wê rojê jî Ahmet Hakan dîsa quretiyeke wiha kiribû û ji Demirtaş ra gotibû heger bi rastî tu aştiyê dixwazî, dibê tu van ”êrîşên PKKê yên namerdane” mahkûm bikî.”
Diyar e hinekan guhê Ahmet Hakan kişandiye û jê ra gotiye tu zêde pêşda diherî, tu zêde pesnê Demirtaş didî û propagandeya wî dikî. Ev sempatiya te ya ji Demirtaş ra ji bo te ne baş e, dikane bibe sebebê nanê te, tu jî dikanî karê xwe wenda bikî.
Yanî pir ne dûr e hinekan pê li firêna Ahmet Hakan kir, jê ra got, hêdî bajo pêş te newal e!
Lema jî ev demeke Hakan dev guhertiye û bêtir bela xwe di PKKê, HDPê û Demirtas dide. Qey dixwaze xwe bi hin der û dorên xwedî hukim bide efûkirin û kursiya xxwe saxlem bigre.
Hakan ji çalakiyên PKKê yên çekdarî ra bi quretiyeke mezin dibêje ”êrîşên adî, namerdane”, lê eynî tiştî, bi eynî uslûbê ji qetlîamên dewleta xwe ra nabêje, bi eynî gotinan êrîş û qetlîamên dewleta xwe mah kûm nake.
Li hemberî dewleta xwe bi pîvan û bi hurmet û li hemberî kurdan jî bi pozbilindî û bêhurmet dipeyive
Dema Bahçelî ji hilbijêrên HDPê ra got ”hûn bêşeref” in, Hakan ji Bahçelî ra negot ”lawo bêşeref tu bavê te ye”, tu çima heqaretê li kurdan û li tirkên ray dane kurdan dikî?
Newêre bibêje ji ber ku bivik tê heye, çeteyên Bahçelî dikanin zirarê bidinê, dikanin jê ra nehêlin.
Lê heqaretkirina li kurdan mêraniyeke bêzirar e, herkes kane mêriniya xwe nîşanî kurdan bide, çimkî nem tirs tê heye û ne jî zirar...
Meharet, mêranî ne êrîşkirina ser kurdan, ser aliyê bêkes û zeîf e, ev kêmfirsendî û namerdî ye.
Kesê mêr û merd kesê ji xwe zeîftir napelçiqîne, heqaretê lê nake.
Lê li Tirkiyê herkes li ser serê kurdan mêraniyê dike, ji ber ku mêraniyeke bê rîzîko ye, meriv çi bike, çi bibêje jî ji meriv ra dimîne. Ji ber ku dewleta kurdan tuneye, çeteyên kurdan tunene.
Helbet Ahmet Hakan bi viya dizane û lema wî jî li hemberî kurdan dest bi quretiyê û mêraniyê kiriyê…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE